
Li Brukselê civîna serkirdeyên welatên Yekitiya Ewropa pêkhat. Di civînê de babeta herî girng pirsgirêka penaberan bû. Ev pirs hate gotubêj kirin.Di civînê de biryar hate dayin ku, 3 milyar Ewro ji bo arîkariya penaberan bidin Tirkiye.Sala 2016ê peymaneke di navbera YE û Tirkiye de hatibû îmzekirin, li gora vê peymanê, dê Tirkiye rê li penaberan bigirta ku neçin welatên Ewropa û dê Ewropa ji bo vê yekê 6 milyar Ewro bidan Tirkiye.Lê Ewropa tenê 2 milyar dan û sekinî. Rewşa li Tirkiye heyî û bê baweriya li Hukumeta Tirkiye sedemek mezin bû. Piştî hilbijartinên Tirkiye çêbûyîn, Ewropa hewl dide cardin pêwendiyên xwe li gel Tirkiye asayî bike.Ji bo vê sedemeye biryara 3 milyar ewro dan ku bidin Tirkiye. Di vê qonaxa ekonomiya Tirkiye ber bi rûxandinê veye, ew 3 milyar nefesekî dide darayî ya vî welatî.