Cîhan

YE Esad jî kir di lîsta reş de

 Dîplomatên Ewropî ragihandin, ku Yekîtîya Ewropa sizayên dijwar bi ser serokê Sûrî Beşar Esed disepîn e, da ku dev ji bikaranîna dijwarîyê li dijî xwepêşanderan berd e.

Li gora ajans a Reuters, wezîrên derveyên welatên endamên Yekîtîya Ewropa li ser xistina navê serokê Sûrîya di lîsteya sepandina sizayê de ya qedexekirina geştîya wan û blokkirina pare û samanên berpirsên bilindên Sûrîya rêkevtin.

Hêjayî gotinêye, ku ev lîsteya di hefta çûyî de bi ser berpirsên bilindên Sûrîya hetibû sepandin, belê wê demê navê serokê Sûrîya tê de tine bû.

Back to top button