YE: Em amadene alîkariya Kurdistanê bikin
Îro pênçşem 19.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Yekîtiya Ewrupa kir ku ji hejmarek Endamên Komîteya Bergirî û Komîteya Karubarê Derveyê Parlemena Ewrûpa û Cana Hebaskova Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê pêkhatibû.
Di hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge li şerê dijî terorîstên Da’îşê li Serok Barzanî kir û rol û qurbanîdana Pêşmergeyan li rûbirûbûna terorîstan de bilind nirxand û balkişand li ser wê yekê ku awayê muamelekirina li gel metirsiyan û berxwedana Pêşmerge wiha kiriye hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û beşdariya jinan li vê berxwedanê da rêz û pêgehekî bilind ji bo Pêşmerge li asta cîhanê da mîsoger kiriye. Her wiha behsa aramî û pêşketina Kurdistanê kirin û ragihandin ku ew dixwazin ji bo berdewamî û berfirehtir kirina piştevaniya Herêma Kurdistanê kar bikin û pêwîste jî welatên Ewrupayî ji bo Herêma Kurdistanê li gihandina hevkariyên serbazî û mirovî de berdewam bin.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî nirxandin û helwesta wan ya li ser hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir û ji bilî wê balkişand li ser çawayiya derketina Da’îş û êrîşa wan ya Kurdistanê û tawanên wan xisterû ku bi yarmetiya hêzên hevpeymanan Pêşmerge ustûreya Da’îşê şikand û li zêdetirê navçeyan derxistin lê belê li gel ewe da jî Da’îş hê jî hereşeye û pêwîste li ruyê fikrî ve jî li dijî terorîstan rawestîn û daxwaz jî kir ku civaka navdewletî bi awayeke ciddîtir bîr li rûbirûbûna diyardeya terorê bike û kar li ser nehiştina sedemên diyardeya tundrewî û terorê bê kirin. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste Musil û ew hemû navçeyên li bin destê Da’îş da mane bêne azad kirin. Her li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Yekîtiya Ewrupa dikarê rolekî bi bandortir li çareserkirina qeyranên navçeyê da hebê û pêşwazî jî li berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê kir.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa giriftên koçberan kirin û şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo Herêma Kurdistanê hebû ku ji bilî şer û qeyrana aborî yarmetiya zêdetirê milyonek û pênçsed hezar penaberan kiriye ku li rastiyê de eve karekî girane li ser milê Herêma Kurdistanê. Her wiha behsa hêzên Pêşmergeyan kirin ku muameleyekî gelek baş li gel Erebên wan navçeyan kirine ku li bin desthilata terorîstan hatin azad kirin.