
Konferansa Alîkarîya Navnetewî ya ku ji alîyê Yekîtîya Ewropayê ve ji bo alîkarîya mexdûrên erdheja li Tirkiye û Sûriyê hat ragihandin, li Brukselê dest pê kir. Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, di vekirina konferansê de axivî û banga piştgirîya herêmên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyê kir. Von der Leyen, got ku erdhej li Tirkiye û Sûriyê bû sedema mirina 50 hezar kesî û ev felaketa xwezayî ya herî mezin e ku di van salên dawîn de li herêmê rû daye û got: “Niha bi milyonan kes bê mal in û di konan de dijîn. Ji ber ku zivistan berdewam dike, divê em ji bo ji nû ve avakirinê tevbigerin. Divê xanî, dibistan û nexweşxane li gorî standartên herî bilind yên ewlehîya erdhejê ji nû ve bên çêkirin. Av, paqijî û binesazîyên din yên krîtîk divê bên sererast kirin. Ji bo ji nû ve destpêkirina xizmetên giştî û karsazîyê pêdivî bi sermayê heye”.
JI KOMÎSYONÊ 108 MILYON EURO JI BO SÛRIYÊ
Von der Leyen, bi bîr xist ku YE yê piştî erdhejê Mekanîzmaya Paraztina Sivîl aktîf kiriye û ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê mînakên alîkarîyên welatên YEyê dan. Von der Leyen, got: “Hemû cîhan ji bo piştgiriyê bide Tirkiye û gelê Sûriyê seferber bûye, ji ber ku pîvana vê stratejîyê ewqas mezin e ku tu welat û sazî nikare xwe nêzî karê ku em tenê dikin jî bike. Komîsyona Yekîtîya Ewropayê ji bo avakirina piştî erdhejê wê bi 1 milyar Euro piştgirîyê bide Tirkiyê”. Von der Leyen, herweha ragihand ku wan pakêtek din a 108 milyon euroyî ji bo alîkarîya însanî û vegerandina zû ji Sûriyê re terxan kiriye.
JI SWÊDÊ 45 MILYON EURO ALÎKARÎ
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, ku Serokê Demî yê Yekîtîya Ewropayê ye, bi bîr xist ku bi erdheja beriya 42 rojan re jiyana bi milyonan mirovan li Tirkiye û Sûriyê di nava çend sanîyan de guherî. Kristersson, anî zimên ku ji bo jiyan normal bibe divê herêm ji nû ve bê avakirin û wiha got: “Herêma ku erdhej lê çêbûye bi qasî Belçîka û Hollandayê ye. Em nikarin êşan sivik bikin, em nikarin giyanan vegerînin, lê em dikarin hevgirtina xwe nîşan bidin”. Kristersson, da zanîn ku wan wek Swêdê 500 mîlyon kronên swêdî (45 mîlyon euro) ji bo piştgirî û alîkarîya mirovahî û ji nû ve avakirinê soz daye û got: “Piştgirîya bi gelên Tirkiye û Sûriyê re divê ji gotinê derbasî çalakîyê bibe”.
Di encama civînê de ji bo alîkarîya mexdûrên erdheja li Tirkiye û Sûriyê 7 milyar euro kom bû.