Yarîzanê Amed Sporê ceza kirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaset tevlî her tiştekî bûye. Li Diyarbekir yariyek di navbera Amed Spor û Tim a Sakarya Sporê de çêbû. Di yariyê de navbera leyiztikvanên Ames Spor û Skarya Sporêr de hevçûn çêbû. Li ser vê yekê di derbarê hinek leyztikavnên Amed Sporê de doz hate vekirin.
Ji leyiztikavanê Amed Sporê Mansur Çalar çû nawenda polisên Amedê û êfade da piştre dozer di derbarê Mansur de doz vekir û ew derket li himberê dadê. Biryar dan ku Mansur bê berdan lê divê her çendekî herî nawenda polisan îmze bavêje. Ji aliyek din ve jî hêdî nikare derkeve ji derveyê Tirkiye.
Ji berî niha jî êrîşê Cizresporê kirîbûn û hinek leyiztikvanên wan birîndar kirîbûn.
Li Tirkiye qonaxek gelek xirab heye di encama siyaseta nijadperest wek dijminatiyek di navbera civakê de peyda dibe, taybetî di navbera Tirk û Kurdan de ev yek berfirehtir dibe. Yanî li gelek deverên di nav Tirkande kurd bûn wek tawanekî dê dîtin.
Bê guman dema li deverekî her tişt dibe siyaset û siyaset jî lewitîbê bi peşkê xwe yê qirêz li hemû dam û dezgehên civatî jî dilewitine.