Yan demokratîkbûn, yan jî rojhilat ji Kurdan re bihêle
Aliza Marcus rojnamevana ku PKK ji nêzîk ve dizane, got:’Li pêşiya Erdoğan dû bijarde heye; yan bi rêya demokratikbûnê wê vê meseleyê çareser bike, yan jî wê Rojhilata Başûr(Bakûrê Kurdistanê) ji Kurdan re bihêle’.
Aliza Marcus li Tirkiyê û cîhanê naveke ku PKK herî baş şîrove dike derdikeve pêş. Marcus li hevpeyvîneke taybet de di derbarê pêvajoya çareseriyê de nêrînên xwe aniye ziman dibêje: Li pêşiya Recep Tayyip Erdoğan Serok Wezîrê Tirkiyê dû bijarde heye; yan bi rêya demokratikbûnê wê vê meseleyê çareser bike, yan jî wê Rojhilata Başûr(Bakûrê Kurdistanê) ji Kurdan re bihêle’.
Marcus li ser pirseke gelo niha şûna PKK yî li serê çiyan digerin pêwîst nedikir niha vekişiyabûna aliyê dinê sînor?
Dibêje: Belê vedikêşin lê belê gelek bi hêdî hêdî vedikêşin. Tişta ku Erdogan nikare baş hesap bike eve: PKK bi giştî vekêşe li paş de kî dimîne: Li paş de valahiyeke desthilatê dimîne. Dikare vê valahiyê grupeke dinê çekdarî pir bike. Eve hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkan metirsiyeke mezine. PKK hem naxwaze valahiyek wiha li pişt xwe bihêle û hem jî bawerî bi Tirkiyê nayne ji ber wê yekê jî gelek bi hêdî vedikêşe. Eger bi giştî jî vekêşê li pişt xwe KCK dihêle. Bi her awayî li Herêmê de PKK kesê xwedî kiyane. Eve li gor mirovên Herêmê jî tişteke maqule. Rûdanên Geziyê, derxist holê ku Erdogan ne amadeye û nekarî wan pêdiviyên hengavên demokratik bavêje. Îro pirs eveye: Bêyî demokrasiyê hûn çawa dikarin pirsa Kurd çareser bikin? Li pêşiya Recep Tayyip Erdoğan Serok Wezîrê Tirkiyê dû bijarde heye; yan bi rêya demokratikbûnê wê vê meseleyê çareser bike, yan jî wê Rojhilata Başûr(Bakûrê Kurdistanê) ji Kurdan re bihêle’.