Yalçin Kuçuk li Metîna
PKK çi dixwaze?
Nivîskarê navdar ê Frensî Victor Hugo dibêje: „Ew mirovê li dijî milletê xwe şer dike, tu carî nikare bibe leheng“. Ew gotina Victor Hugo 100 sal berê ye, lê niha jî nû ye bo ew ên ku daxwaza dêmokratîkkirina Tirkiye dikin û weke gurên qirêj sinorên dagirkeran diparêzin.
PKK 47 sal e bi zimanê xwîn li hemberî milletê Kurd û bi zimanê şîrîn li hemberî dagîrkeran dipeyive. 47 sal e çiya bi çiya û gir bi gir Kurdan şehîd dike. Di çêbûna şerê Kurdkujîyê de PKK herdem destpêşxer bûye û ji MÎT û Îtlatê re gotiye: “ Ez rê û rêbaza xwe dizanim cîgerim“. Ji MÎTa Tirkî heta partîya Baas a Sûriyê û li wir jî ber bi Tehran û hembêza Îtlaat û Artêşa Pasdaran, ew e xebat û berxwedana şagirtên Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş.
3 roj berê Murat Karayilan di daxuyanîyekê de got: “ Şerê me ji bo demokratîkkirina Tirkiyê ye“. Piştî wê gotinê yekser Yalçin Kuçuk ji xewê rabû û PKK li Metîna 5 Pêşmerge bi roketên (Kornet) şehîd kir. Medyayên PKKê jî weke ku qereqolên Dêrsim û Cûdî û Colemêrgê xapûr kiribin, bi Tirkmancî ji gel re gotin “bijî berxwedana Metîna“.
PKK parêzî û populîzma medyayên Başûrê Kurdistanê
Ewên li Başûrê Kurdistanê li ser navê rojnamevanîyê tev li PKKê dibin, piranîya wan mirovên gemarî û kevne qoriçî ne. Li Ewrûpayê bi pereyên sosyalê zikê xwe têr û qûna xwe mezin dikin û di Twîtter û Socîal Medyayê de dibêjin: Bijî Berxwedana Karkeran.
Peyva şermê di ferhenga Apoçîyan de tuneye. Piranî ewên ku weke rojnamevan PKKê diparêzin, pîskolojîya wan têk çûye û di Torên Civakî de egoyên xwe betal dikin. Li her derî karê wan pîskirina Pêşmerge û sembolên gelê Kurd in. Bi bername nerim nerim xizmeta MÎT û Ergenekonîyên Qendîlê dikin û destûrê ji Cemîl Bayik û Dûran Kalkan werdigirin. Di Yenî Ozgur Polîtîka de, Duran Kalkan bi navê kod (Selaheddîn Erdem) rêveberîya wan dike. Medyayên Başûrê Kurdistanê jî ewên ku dijberîya Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, bûne berdevkê fikira Qasîm Suleymanî û Kemalîstan.
PKK û dijminatîya netewîya Kurd
Ew şerê ku îro PKK li çiyayên Kurdistanê dike ne şerê neteweyî ye. Tu nîşanên neteweyî tê de tuneye. Tenê rêxweşkirine bo dagîrkeran da ku zêde û zêdetir gundîyan bikujin û dîsa Qadirê Kerimî şehîd bikin û gulleyan di sînga Rewşen Baliçê 3 salî de biteqînin. Bingeha wê felsefeyê 1973-1974an li Ankara hatiye danîn û 2021 li Metîna û Zap û Gara bi çavsaxîya Yalçin Kuçuk tê birêvebirin.
Tiştê herî zelal di navbera jendermeyên Tirkî û gerillayên PKKê de ev e; herdu dibêjin “her cihê ku em lê bin, ew der yê me ye“. Wate em brayên hevdû ne, lê diyên me cuda ne.
PKK dibêje em destûr ji kesî wernagirin û her der axa me ye. Lê li Rojavayê Kurdistanê bi Beşar Esed re biratî dikin û rê nadin Pêşmergeyên Roj derbasî axa xwe bibin. Li Îranê jî sinorê dewleta safewî weke cerdevan diparêzin, Pêşmergeyên Hizba Demokrat şehîd dikin û kolberan dikujin. Lewma PKKê dijminatîya Kurdan li ser xwe tapo kiriye.
Yalçin Kuçuk li Metîna
Bawer nakim li tu cihekî dinyayê tu kes bikare weke PKKê xulamîya mamosteyên xwe bike. Yalçin Kuçuk felsefeya xwe li deşta Beqaa ya Lubnanê xist nava mejîyê Apo û hevalên wî, heta niha jî di nava wan de manîfestoya herî sereke ye. Yalçin di îtirafên xwe de dibêje: “Ew Kurdên ku li Tirkiyê dijîn, min hemî ji Barzanîbûnê dûr xistin. Heke min wisa nekiriba, ew jî dibûn dijminê me û daxwaza axa me dikirin“. Belê babam, bi her karî wê tiştê bi zelalî bike. Şehîdkirina Mehmet Şener jî bi rêberîya wê fikirê bû ku Apo nikarîbû şikesta xwe qebûl bike.
Wê roja ku PKK li navçeya Kêleşîn Qadirê Kerîmî şehîd kir, Yalçin di nava tiliyên gerîllayên PKKê de dikenîya. Duh jî li Metîna ji qereqolên PKKê banga sekeftinê ji Îmralîyê re dişand. Belê, fikir û ramanên Yalçin Kuçuk duh li Metîna bû
Duhok/Lotikxne