CivakPolîtîk

Ya giring rewşa Mûsilê ya piştî şerê DAIŞê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku amadekariyên operasyona Mûsilê hatine kirin lê ya giring pêvajoya piştî rizgarkirina bajêr e. Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li Hola Sead Ebdûllah 3yemîn konferansa Jûra Bazirgan û Pişesazên Herêma Kurdistanê tê sazkirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansê de gotarek pêşkeş kir û behsa giringiya pêşxistina kerta taybet kir. Barzanî diyar kir ku kerta taybet dînamoya pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê ye û pirojeya hikûmetê ya ligel Banka Cîhanî, cîh dide firehkirina kerta taybet. Serokwezîr Barzanî herwiha got ku siyaseta hikûmetê her dem rê li pêşiya pêşketina kerta taybet vekiriye û di dema krîza darayî de jî kerta teybet nehiştiye tevgera bazar raweste. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birîna bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, şerê DAIŞê, hatina hejmareke zêde yê koçberan û daketina nirxê petrolê weke sedemên sereke yên krîza aborî pênase kir û ragihand, “Vê yekê raste rast bandor li jiyana welatiyan kiriye. Lê kerta taybet nehiştiye jiyan raweste ku bi hezaran malbat li ser dijîn.” Nêçîrvan Barzanî behsa serdana şanda Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê jî kir û daxuyand ku vê serdanê hêvî û deriyên çareseriya pirsgirêkan vekiriye. Barzanî di berdewama axaftina xwe de behsa operasyona Mûsilê jî kir û got, “Amadekariyên operasyonê hatine kirin. Lê ya giring rewşa Mûsilê ya piştî şerê DAIŞê ye.” Konferans dê 2 rojan berdewam bike Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdûrehman ragihand ku dê konferansa Jûra Bazirgan û Pişesazên Herêma Kurdistanê 2 rojan bajo û di çarçoveya konferansê de dê 10 panel bên pêşkeşrikin. Peyamnêrê me da znaîn ku bazirganên Herêm aKurdistanê dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî ligel hikûmetê diyalogê bikin û herwiha dixwqzin ku hikûmet roleke zêdetir bide kerta taybet. Rudaw

Back to top button