Hevpeyvîn

Xwîna kurda xeteke sor e

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Feysel Yûsif di hevpeyvînek ligel Rûdawê de diyar kir ku li rojavayê Kurdistanê xwîna Kurdan xeteke sore. Yûsif destnîşan kir ku ti rêvebiriyek hevgirtî ya leşkerên Artêşa Azad tine ye ku wan bixe xizmeta şoreşê. Navbirî bilêv kir ku ji bo şerê birakujiyê çênebe, têkilyên xweş di navbera wan û hevgirtinên Mesîhî û hin êlên Ereban de hene.


Rûdaw: Gello rast e xelk li Qamişlo tu hebûneke berbiçav ji Encûmena Niştimanî Kurdî  re nabînin?

Feysel Yûsif: Encûmen ji şazdeh partî, bîst hevrêz û kesayetiyên serbixwe pêk tê û endamên encûmenê yên ku bi rêya hilbijartinê hatine 320 kes in. Ji bilî vê yekê jî bi dehan navendên partiyan hene û ev navend li tevaya herêmên sûrî belavkirî ne, nûneriya Encûmena Kurdî dikin. Li Serê Kaniyê beriya van bûyerên dawî û derbasbûna çekdaran bo nav bajêr, navend bi erkên xwe radibûn û rêzgirtinek ji aliyê hemû çarçoveyên opozisyonê ji bo vê encûmena ku rolek wê ya mezin li ser erdê jî heye tê girtin.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê van rojan çawa ye?

Ji ber kuştina berdewam, ya ku rejîma sûrî pê radibe, û ji ber  bombebarankirina hemû bajaran, xelk di metirsîyeke mezin de dijîn, nemaze piştî bûyerên Serê Kaniyê yên dawî. Ji aliyekî din ve girtina rêya di navbera Heleb û bajarên kurdî de hişt ku derman û xwarin li ser van bajaran qut bibe, herwiha têkçûna dirava sûrî (Lîreyên Sûrî) li hember Dolaran û bihabûn û qutkirina mazot û benzînê û reva gellek xortan ji leşkeriyê û derbasbûna wan ya Kurdistanê bandoreke wê ya mezin li ser millet hebû.


Di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de birêz Ebdilbasit Seyda got “ev kesên ku derbasî Serê Kaniyê bûne ne leşkerên Artêşa Azad in”, hûn çi dibêjin?

Ti rêvebiriyek hevgirtî ya leşkerên Artêşa Azad tine ku wan bixe xizmeta şoreşê û rêyan li pêşiya kesên dixwazin vê şoreşê têk bibin qut bikin. Ew hinek grûpên belawela ne û kî radihêje çekan, ji wan re tê gotin leşkerên Artêşa Azad. Ev jî problemeke mezin e ji bo şoreşa sûrî. Derbasbûna van yekîneyan bo nav bajarê Serê Kaniyê xaleke giring e di rêya vê şoreşê de û her yek ji xwe re tiştekî dibêje. Ti pêwistiyek bi vê yekê tine bû. Xwîna kurdî xeteke sor e. Miletê kurd bi rêkên aştiyane şoreşa xwe berdewam dikir û ne ji mafê van hêza ye ku tê de bimînin, ji ber ku rêveberiyeke wan ya siyasî heye. Divê em li ber xwe bidin û karê xwe pêş bixin ji bo têkoşîna aştiyane.

Dibêjin planeke tirkî heye bo ku xebata PYDê têk bibin. Hûn çi dibêjî?

Êlên Ereban û yek ji wan “Erebên xemir” têkiliyên wan bi rejîme re hebûn, lê niha dibînin ku rejîm ber bi têkçûnê de diçe, lewra dest bi pêwendiyên bi dewletên din re kirin, mîna Tirkiyeyê. Gellek ji van Ereban nêrînên wan netewî û şovenî ne, ji bo vê yekê me li Qamişloyê dest bi avakirina komîteya aştiyane ya xelkê Qamişloyê kir, ji bo ku em têkiliyan bi biraderên Ereb û Mesîhî re bikin, ji bo ku ti problem di pêşerojê de ji me re dernekevin holê û lihevnekirinên yekane yê di navbera Kurd û Ereb û Kurd û Mesîhiyan de nebin lihevnekirina di nav milletan de. Karê vê komîteyê avakirina Sûriyeke demokratîk, firehnetew û parlemanî ye. Têkilyên xweş di navbera me û hevgirtinên Mesîhî û hin êlên Ereban de hene, ji bo ku ti birakujî di navbera Kurd û Ereb û Kurd û Mesîhiyan de di pêşerojê de çênebin.

Hatina we ya Hewlêrê ji bo çi bû?

Rêkeftina Hewlêrê di bin sîwana serokatiya cenabê Mesûd Barzanî pêkhat, yê ku herdem piştgiriya vê rêkeftinê dikir, lê di vê pêla dawî de hinek problem derketin û bûn kelem di rêya pêkanîna wê de, lewra cenabê serok Mesûd Berezanî em dawetî Hewlêrê kirin, daku em van probleman çareser bikin.

Gelo guftûgoyan di navbera we û PYDê de destpêkirin?

Me guftûgo bi biraderên xwe yên PYDê re kirin, daku em hemû problem û babetên ku bûne kelem li pêşiya pêkanîna vê rêkeftinê rakin. Herwiha me guftûgo li ser çêkirina gellek komîteyên hevbeş jî kir.

Tevî ku Partiya Azadî di bin sîwana Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ye, lê PYD dibêje ku Partiya Azadî alîkariyê bi leşkerên Artêşa Azad re dike û piştgiriyê ji wan û Tirkiyeyê distîne, hûn çi dibêjin?

Biryareke me ya Encûmena Kurdî heye, ku nabe bêyî destûr ti partî alîkariyê bi ti beşê opozisyonê re bike. Ti agahdariyên me li ser vê yekê tine ne, herweha Azadî jî dibêje ev yek ne rast e.

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) ji bo revandina Behzad Dorsin yê ku endamê mekteba siyasî ya partiyê ye, PYDê tewanbar dike. Hûn çi li ser vê babetê dibêjin?

Hevalên me yên partiyê dibêjin ku mamoste Behzad li herêmên ku di bin destê YPGê de ne hate revandin û ew berpirsyarê vê yekê ne. Me jî wek encûmen daxuyaniyek derxist û em revandina her kesê siyasî û çalakvan, ji aliyê kê ve be, şermezar dikin.

Hûn di kongreya Dewhayê ya dawî de beşdar bûn, tê de damezrandina Hevgirtina Niştimanî ya Sûrî ya nû eşkere bû. Gelo hûnê tevlî vê hevgirtinê bibin? Ti problem ji bo hilbijartina cîgirê sêyem yê serokatiya hevgirtinê hene?

Me nameyek ji hevgirtinê re şand, tê de xuya kir ku em weke miletê kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn, me venasînek yasayî bi miletê kurd û sîstemeke parlemanî û firehnetew xwest, herwiha me got divê nûneriya Kurdan di vê hevgirtinê de weke hebûna wan ya rastîn be. Em dibînin ku ev hevgirtin gaveke baş e ber bi yekîtiya opozisyonê û herifandina rejîmê û avakirina Sûriyeke nû. Heta niha ji me nehatiye xwestin ku em tevlî vê hevgirtinê bibin.


Hevpeyvîn: Dilxwaz Behlewî/Rudaw

Back to top button