Cîhan

Xwîn ji devê vî seyî dirêje

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, li parlementoyê di gruba partiya xwe de axivî. Di rojeva Bahçelî de referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr hebû. Bahçelî di axvtina xwe de vereşiya û rastiya siyaseta Tirkiye da xûyakirin.Bahçelî got: Li Bakurê Iraqê li himber Tirkiye kompluyek mezin heye. Li himber van komploya Tirkiye li ser devê kêrê ye. Serokê eşîrekî ji xwe zêde gava tavêje û behsa serxwebûnê dike.Eger Barzani di helwesta xwe de israrê bike dê bela xwe bibîne. Li himber hemû balkişandina cîhanê Barzani referandum bi korasanî pêkanî. Referandum projeya Kurdistana mezin di 4 beşan de ye. Ne mimkine li himber vê yekê em bi sebirbin.Di berdewamiya axavtina xwe de Bahçeli got: Em bikevin Iraqê û bila Kerkûk bibe wilayeta Tirkiye ya 82ê û Musil jî bibe wilayeta 83.Bahçeli da xûyakirin ku, partiya wî amadeye ku, 5 hezar şervana rêbikin Kerkûkê da ku arikariya birayên xwe yên Tirkman bikin.Îro li Tirkiye hukumeta AKPê û Erdogan di derbarê Iraqê û Kurdistana Başûr de, siyaseta nijadperest a Behçelî rêve dibe.Li ser axavtina Bahçelî nirxandin ne pêwiste. Lê bersivek kurt:https://youtu.be/sB3ypUtRoWI 

Back to top button