Xwepîşandan li dijî ferizkirina zaravê soranî
Li sipêdehya roja 13/1/2010ê li bajêrê Amêdîyê bo merema xiwandina zaravê kirmancî li qonaghên xiwandinê pitir ji 500 qutabîyên vê deverê xwepîşandaneka aştyane bo beramber deverdarê vê deverê sazkir û li dûv da yadaştinameyeka nerazîbunê li ser ferizkirina zaravê soranî bi ser xwendekarên devera Behdînan de, arastey qaymqamîya qeza Amêdîyê hate kirn.
Ji layê xwe ve Îsmayîl Mihemed qaymqamê qeza Amêdîyê suz da xwenîşanderan ku dê vê daxaza wan pêşkêşî cîyên bilnd ket.
Şerîf Fetah berpirsê liqa Amêdîyê ya Yekêtiya Xwndekarên Kurdistanê bu rojnameya War da diyarkirn ku ev xwepîşandane ji bo merema xwendina zaravê kirmancî ye li devera wan çunkî li dûr hemû wan vekolînên heta niha hatîne kirin egerê serekî yê nizmibûna astê xwandinê li vê deverê xweandina zaravê soranî bûye. Fetah diyar kir ku merem ji vê xwenîşandanê ne dijayetîkirna zaravê soranî ye, lê eve mafekê rewayê qutabîyên me ye ku ew jî bikarin bi zimanê xwe yê daykê bixûnin û binvîsin, herdîsan eve weke piştevanyekê ye bo wan hewlên dihêne dan jiibo standarkirna zimanê kurdî li herêma Kurdistanê.