Polîtîk

Pirsa Serokê Dalkurdê di Meclîsa Swêdê de

Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil (Muxtar) ji aliyê dadgeha Turkiyê ve ji ber ku hizirên xwe bi kurdî di dema hilbijartinên herêmî li bakurê Kurdistanê anîbû zimên, bi nêzî 1 sal hepis hatibû ceze kirin. Pirsa Kizil dûhî di meclîsa Swêdê de, di civînek taybetî ya çapemeniyê de bû cihê niqaşê. Civîn ji aliyê partiya Çep (Vänster Partiet) ve, bi munasebeta kampanya berhevkirina îmzeyan ya li dijî biryara dadgeha Turkiyê, hatibû organîze kirin.

 

Hediye Guzel ku sekreteriya koma çepan dike dîtina xwe wisa anî zimên: Pirs bi giştî ya Doza Kurd e. Divê Turkiyê pirsê bi rêyên demokratîk û aşitî çareser bike. Pirsa Ramazan Kizil nimuneyek eşkere ji polîtîka Turkiyê ye û divê ev pirs ji aliyê rejîma Swêdê û Wezareta Karê derve cidî bê girtin û rê ji bo çareseriyê bê peydekirin.

 

Piştre Leif Lindstrom û Gamnis Crister Olsson ku li aliyê herêma Dalarna kampanya îmzeyan li dijî biryara dadgeha Turkiyê dabûne destpêkirin, axifîn. Wan anî zimên ku bi sedan îmze hatine berhevkirin û hejmara îmzeyan herku diçe zêde dibe. Ew weke siyasetvanê Swêdî yên ji partiya Çep piştgiriyê didin mafê kurdan.

 

Li ser navê organîzasyona futbolê ya Dalkurdê, rêvebirê karê çapemeniyê Bawer Coşkun jî silavên Kizilî gihand kesên beşdar û însîyatîfgir. Coşkun anî zimên ku ew di çarçoveya qanûnî de xebatên sporê dikin. Weke mirov piştgirê wêne ku pirsa kurda bi rêya aşitiyê bê çareserkirin.

 

Piştî civîna çapemeniyê, îmzeyên hatibûn berhevkirin teslîmî wezareta karê derve ya Swêdê hate kirin.

 

EuroKurd News – eurokurd.net

Back to top button