Polîtîk

Xweparastina bi Kurdî tê Desteya Wezîran

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn, îfade kiriye ku, ger çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, wê pirsgirêk hîn bi hêsane bêne çareserkirin. Li gorî nûçeya rojnamevana rojnameya Milliyetê Gokçer Tahincioglu, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn diyar kiriye ku, roja duşemiyê, daxwaziya 683 çalakgerên greva birçîbûnê yên PKK û KCKê, ku di nav daxwaziyên çalakgeran de yek jî ew e, daxwaziya mafê xweparastina bi Kurdî, wê di civîna Destaya Wezîran de, bi armanca ji nû ve sererastkirinê  ê were gotûbêjkirin.

Ergîn îfade kiriye ku, wana berê jî ji akademisyenan di vê mijarê de nêrînên wan payîne û ji bo ku xweparastina bi Kurdê  bê kirin, wana wê di desteya wezîran de hewl bidin.    

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û parlelmenterên BDPê li ser vê mijarê hatibûn ba hev. 

Back to top button