Civak

Xwendina Kurdî li Kerkûk pêwîstî bi amûrên fêrkirinê heye

Perwerdeya xwendina Kurdî li bajarê Kerkûkê rûbirûyê gelek gireftan bûye, yek ji wan giriftan lawaziya amûrên fêrkirinê yên li xwendingehên Kurdî de ye, Birêveberê Perwerdeya Xwendina Kurdî jî mizgîniya dabînkirina amûrên fêrkirinê bi mamostayan dide.

Her çende Xwendina Kurdî li Kerkûk kêşeya kêmbûna mamosta û kêmbûna xwendingeh û çendîn kêşeyên dine, giriftekî din jî heye ku lawaziya amûrên fêrkirinê ye. 

Mamosta Suzan Mihemmed taybetmendê waneya zanist li xwendingeha Bilêseya seretayî dibêje: “Waneya zanist babeteke pêwîstî bi rûnkirineke raste rast heye ku zûtir bigihe mejiyê xwendekaran, babetên zanistî divê bi wêne û vîdeoyan ji bo xwendekaran bête rûn kirin. Her çende amûrên fêrkirinê li xwendingehên Kurdiyên bajarê Kerkûkê de gelek kême, eve jî dibê sedema baş tênegihîştina xwendekaran û encam jî ziyanê dide fêrkirina xwendekaran.”

Şêrzad Reşîd Birêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê mizgîniya dabînkirdina amûrên fêrkirinê bi xwendekarên xwendina Kurdî dide û dibêje “Piştî ku me daxwaz ji Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir keresteyên rûnkirina waneyan ji bo xwendina Kurdî li Kerkûk dabîn bike, xweşbextane Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê rizamendiyê li ser da û di demeke nêzde beşekî zêdeyê keresteyên rûnkirinê ji bo xwendingehan têne dabîn kirin.”

 

Back to top button