Polîtîk

Xwendevanên kurd têkiliyên li gel Îsraîlê dixwazin

Malpera “United With Israel” ragihand ku bêhtirî 200 xwendekarên zanîngeha Kurdistanê beşdarî guftûgoyekê bûn, derbarê wê yekê de ka pêwîst e Herêma Kurdistanê ligel dewleta Îsraîlê têkiliyan çêbike yan na. Piştî guhdarkirina herdu aliyan (yên li dijî û yên ligel duristkirina têkiliyan), jûriya panelê destnîşan kir ku divê têkiliyên Kurdan ligel Îsraîlê hebin. Yek ji endamên jûriyê ragihand ku argumentên aliyê serkeftî giringî dan têkiliyên dîrokî di navbera Cihû û Kurdan de.

Serokê Sendîkaya Xwendekarên Kurdistanê Uda Serheng jî tekez kir ku argumenta sereke ya ew kesên ku pêwendiyên vekirî ligel Îsraîlê dixwazin ew bû ku pêwendiyên pirraniya welatên Rojhilata Navîn ligel Îsraîlê hene. Seheng dipirse: “Vêca ji bo çi em jî nikarin heman têkiliyan ligel dewleta Cihûyan çêbikin?” Serheng herwiha di vê bareyê de bal kişand ser argumenteke din ku ew jî têkiliyên aktuel yên di navbera Kurdên Îsraîlê û Herêma Kurdistanê de ne.

Tê zanîn ku fermîkirina têkiliyan di navbera Kurdistan û Îsraîlê de mijareke xwedî hesasiyeteke mezin e ji bo hin welatên Rojhilata Navîn. Di Sibata borî de berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî neçar mabû ku daxuyaniyan bide çapemeniyê ji bo redkirina nûçeya ku di rojnameya Yadiot Ahranot a îsraîlî de hatibû weşandin, ku behsa serdana şandeke fermî ya hikûmeta Herêmê Kurdistanê ji bo Îsraîlê kiribû. Dizeyî di daxuyaniya xwe de tekez kiribû ku siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî destûrê bi siyaseta derve ya Iraqê ve girêdayî ye. Hikûmeta Bexdayê jî heya niha ti gav ji bo duristkirina têkiliyan ligel hikûmeta Tel Avîvê neavêtine.

Back to top button