Xwendevanên Kurd hewara xwe gihandin Barzanî
Di beyannameyê de ku xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hikûmeta Kurdistanê re şandine, dixwazin alikariya wan bê kirin, ku niha rewşa wî welatê têk çûye û pirsgirêk ji xwendekaran re derketine.
Di beyannameyê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha dibêjin: ‘’Em wek xwendekarên xwendina bilind ên Herêma Kurdistanê ku li Ukrayna dixwînin û dixwazin dîplomaya zanîngehên wî welatî werbigirin, ji destpêkê ve het îro me gelek nexweşî û sergêjî dîtin ku hejmareke me ya zêde di qonaxa dawî de ne û li benda wê rojê ne vegerin welat.’‘
Herwiha tekez dikin ku piraniya wan li ser hesabê xwe dixwînin û hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariya wan nekiriye. Ji ber vê rewşa niha ya li Ukraynayê jî tirs li ba xwendekaran çêbûye û dibêjin: ‘’Niha metirsiyeke zêde li ser jiyana me heye, rewşa Ukrayna roj bi roj ber bi xirabbûnê ve diçe û çarenivîseke nediyar li benda me hemûyan e bi taybetî biyanî yên li vî welatî.’‘
Beyannameya xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê wiha bidawî dibe: ‘’Em bi rêya vê beyannameyê daxwaz ji cenabê we dikin ku di zûtirîn dem de bi hewara zarokên xwe ve bên, çareseriyekê ji me re bibînin û girîngiyê bi jiyana zarokên xwe bidin.