Xwendekarên PKK û PYDê naxwazin Amaniya çekan bide pêşmerge
Yekîtiya Xwendkarên Kurd (YXK) li Almanyayê bi nameyekê daxwaz ji hikûmeta Almanya kir ku çekan nede hêzên Pêşmerge û her 3 kantonên Rojavayê Kurdistanê nas bike û alîkariyên mirovî bidin başûr.
Li gor BasNews ku, kopiyeke wê nameyê ketiya destê wan û bi zimanê almanî hatiye nivîsîn, tê îdîakirin ku PDK ya bi seroktiya Barzanî zelamên Tirkiye û Amerîkayê ne, ew nikarin çekan bikar bînin û ewê çekan bifroşin grûba terorîst a DAİŞ’ê. Herwiha dibêjin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her ji avabûna wê hêzê heta niha nikarîne êzdî û xirîstiyan û kêmneteweyên din biparêzin, ya xwiya bû ku beriya çend roja ew bi taktîk ji navçeyên wan reviyan û navçeyên wan xistin bin kontrola terorîstan.
Herwiha îdîa dikin ku tenê hêzên YPGê dikarin xelkê li başûr biparêzin û nameya YXK wiha berdewam dike: ‘‘Hêzên YPGê ji bo hemû cîhanê dan diyarkirin ku bi fermana PKK û alîkariya wan bi dehan hezar êzdî li Rojava xistin kampan û ji bo parastinê jî hêzeka mezin şandine Şingal û deverên din, hêza ku bikare wan biparêze tenê YPG û PYD û PKK ye, jibo wê jî çekana nedin Pêşmerge, Kurd hemû çekan naxwazin, lê hemû alîkariyên mirovî yên bilez dixwazin.’‘
Di nameyê de wiha tê gotin: ‘‘Eger PKK nebûya wê Mexmûr jî wek Şingalê lê bihata, lê niha di destekî emîn de ye û aramî bo hatiye vegerandin.’‘
Endameka Parlamentoya Almanya ji lîsta Dîe Lînkê ku nexwest navê wê were eşkere kirin ji BasNewsê re got: ’Evna hinek siyasetmedar û kesayetiyên ku di siyasetê de serneketine û şikestine dixwazin bi rêya xwendekaran û taybet bi rêya YXKê tevlîheviyan bikin û nîfaqê bixin nav kurdan de.’
Endama Parlamentoya Almanya wiha axifî: ’Rast e hinek endamên Partiya me ya Çep a almanî di YXH hene, min bi xwe çend car ji serokê Partiyê re gotiye ku ew kurdên têkder in û divê haya me ji wan hebe, wan dûrbixin, evna şermezariyeke.’
Li gor BasNews, Yekîtiya Xwendekarên Kurd ligel Civata Azad li Frankfurt û Berbijarekê Kurd ê Parlamentoyê ser bi Lîsta partiya çep li Hamburg û çend kesên din li Herêma Nord Rhein binavê (bak-dtfk) ev name amade kirine û ji hikûmet û rewşenbîr, mamostayên diyar, serokatiyên zanîngehan û profesor û kesayetiyên almanî re dişînin û daxwaza helwêsta wan jî dikin.
Nameya wan piştî eşkere bû, ket ber rexneyên piraniya kurdên Elmanya û nerazîbûnek mezin çêbû. Biryar e di civîna roja çarşemiyê li Berlînê ya Koordînasiyona Komele û Partiyên Kurdistanî li ser biaxvin û daxwiyaniyekê bidin, herwiha hin endamên parlamentuya Kurdistanê jî hatine agehdarkirin li ser mijarê û wan jî gotine ku dê di civîna bê de liser vê pirsê biaxivin.