Civak

Xwendekarên Kurd ji Ermenîstanê vegeriyan Kurdistanê

Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê 91 xwendekar û welatiyên Herêma Kurdistanê ji Ermenîstanê vegeriyan Kurdistanê.

Li çarçêweya hewlên Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Kurdistanê bi hemahengî li gel Wezareta Derveya Federal, îro 91 xwendekar û welatiyên Herêma Kurdistanê ji Ermenîstanê vegeriyan Kurdistanê.

Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê, îro çarşem 22 nîsanê 91 xwendekar û welatiyên Kurdistanê ku 57 ê wan nîştecihên bajarê Silêmanî û 21ê wan nîştecihên Hewlêr û 13 ji wan nîştecihên Dihokê bûn, ji ber rawestana geştên asmanî li Ermenîstanê asê bûn, vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Back to top button