Nivîsar

Xiyaneta 16ê cotmehê û YNK

Ji berî salekî wek îro bajarê Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê û Milîsên Şîe ve hate dagirkirin. Mixabin hinek aliyên siyasî yê Kurdistanê hevkarî li gel Milîsên Şîe kirin û Kerkûk û hinek  deverên din ên Kurdistanê hatin dakirkirin. Di medya Kurdî û axavtinên siyaseta Kurdistanî de hat xûyakirin ku, grubek di nava YNKê de bi serokatiya kurê Celal Talabanî Bafil Talabanî ev xiyanet kirine û hiştine Kerkûk bê dagirkirin.Herkesî Pafil Talabanî tawanbar kir, li himber van tawanbarîyê Pafil Talabanî li ser kanalak televizyonê da xûyakirin ku, ne bi serê xwe lihevhatin li gel Heşda Şeibê kiriye û got ku, hinek berpirsên PKKê û Goranê jî ev lihevhatina li gel Heşda Şeibî îmze kirine.Lê li himber vê jî her hate gotin ku “grubek di nava YNKê de“ xiyanet kiriye. Heta demekî berpirsên YNKê wek Kusret Resul û Şêx Cefer jî ev yek digotan.Lê salek li ser vê bûyera xiyanetê re derbas bû. Hat dîtin ku ne grubekî di nava YNKê de ev xiyanet kirine, YNKê bi xwe ev xiyanet kiriye. Ji ber ku “ Ew grub “ hêja serkirdeyatiya YNKê dike û biryara dide.Di hilbijartinên serokkomariya Iraqê de xelata vê xiyanetê YNK wergirt. Ji aliyek din ve îro YNK li gel ereb û tirkmena hewldide temenê dagirkeriyê li Kerkûkê dirêj bike.Xiyanet li himber xaka Kurdistanê û gelê Kurdistanê hatiye kirin. YNK ev xiyanet îmze kiriye.Nûçe/analîzRojevakurd

Back to top button