Xiyanet û YNK “Rûyê reş ne hewceyî teniyê ye“
Mistefa Selimî welatparêzek kurd ji Rojhilata Kurdistanê ye, Selimî ji aliyê rejima Îranê ve hate darvekirin. Mistefa Selimî ji bo ku pêşmergeyatî kiriye û ji bo ku çalakvanek siyasî Kurd bû hatiye girtin û 17 salan di zindanê de maye. Piştî 17 salan bi awayekî kariye ji zindanê bireve û bo azadiyê berê xwe daye başûrê Kurdistanê, Selimî serkeftiye û xwe gihandiye başûrê Kurdistanê. Lê mixabin ji aliyê çekdarên YNKê ve hatiye girtin û ew cardin radestî rejima Îranê kirine û Selimî hatiye darvekirin.
Bûyer eve, tu nirxandin li ser vê bûyerê nayê kirin. Vekirî niştimanperwerek Kurd ji zindanê reviyayê û xwe gihandiye Kurdistana Azad. Lê ji aliyê aktorên xiyaneta 16ê Oktoberêve hatiye girtin û cardin radestî rejima Îranê kirine.
Li himber vê bûyerê, Serokwezîrê Kurdistanê daxûyakirin ku dê lîkolinekî bikin. Lê tu lêkolîn nagihe encamekî. Ji ber ku bûyer kifşe û zelale. Asayişa YNKê Selimî radestkiriye. Tişta bê kirin ewe ku, berpirsên biryara vê yekê dayin dive bêne girtin û dadgehkirin.
YNK beyana dertêxe û dibêje agahdariya me bi vê bûyerê tuneye, derewa dikin, agahdariya hemûyan tunebê jî, lê agahdariya Lahor Cengî heye û ew berpirsiyare. Lahor Cengî hevserokê YNKê ye. Heta ji bo vê bûyerê roja 11ê nîsanê Wezareta Derveya Amerîka li rêya David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê (Nivîsîngeha Rojhilata Navîn) û Cowî Hûd Cîgirê Yekemê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka (Nivîsîngeha Rojhilata Navîn) pêwendiyekî li gel Lahor Cengî dikin û hişyarikekî tûnd pê didin û bala wî dikişînin, ku eve binpêkirina sizayên Amerîkaye li ser wî welatî.
Di vê babetê de helwesta partiyên Kurdistana Rojhilat jî gelekî balkêşe. Di rastiyê de ji bo xwe rastiyê nabêjin û heryek ji aliyê xwe ve bi awayekî behsa vê pirsgirêkê dike. PDKÎ da ewil da xûyakirin ku wan haj bûyerê tuneye û Selimî ne pêşmergeyê wane. Lê piûre daxûyaniyek duyem ragihand û dibêje: Mistefa Selîmî yek ji wan kesan buye û piştî xwe gihandiye tixûbên Herêma Kurdistanê, radestî Komara Îslamiya Îranê hatiye kirin”.
PDK-Î radestkirin û sêdaredana zîndaniyê siyasî Mistefa Selîmî şermezar dike
Selimî pêşmergeyeke û ji bo berevaniya welata xwe 17 sala zindana dijminan de maye û gavekî ji bo azadiyê avêtiye û cardin ji aliyê xayinên 16 Oktoberê ve ku niha berpis û rêveberên YNKê ne radestî rejima Îrane hatiye kirin. Gerek kêmasî PDKÎ vê yekê rexne bike û di vê derbarê de bibe xwedî helwestekî.
Dema bûyerek rûdide piraniya partiyên hemû beşên Kurdistanê daxûyaniya belav dikin û helwesta xwe didin xûyakirin. Lê di vê pirsê de piraniya wan bê dengin. Ev ne raste. Kesek naxwaze navbera wan YNKê ji bo vê pirsê xirab bike. Dema çewtiyek bê kirin kî kiribe gerek bête rexne kirin. Rexne kirin ne dijminatiye. Em hemû dizanin ku îro bi sedan kes ji beşên din yê Kurdistanê ji bo xetera girtina wan heye berê xwe dane başûrê Kurdistanê û li wê derê jiyana xwe bi awayekî berdewam dikin.
Mixabin dema li Kurdistanê bûyerek rûdide ji bûyerê bêhtir herkes berê xwe dide ka gelo ev bûyer ji aliyê kî ve hatiye kirin û li gora wê nirxandin têne kirin.
Di pirsa darvekirina Mistefa Selimî de, medya Kurdî jî giringiya pêwist neda bûyerê. Gerek ev bûyer demek dirêj li rojevê de bê û nirxandin li ser bêne kirin. Pirs ne ewe ku niştimanperwerek Kurd hatiye darvekirin, rojane li Îranê rejim Kurda darve dike û wan dikuje. Lê pirsa Selimî gelekî cudaye ew ji aliyê partiyek Kurdve tê desteserkirin û radestî Îranê dikin û li Îranê tê darvekirin.
Rojnemevan Elî Ciwanmerdî ev bûyer şopand û rastiya bûyerê ji Raya Giştîre da xûyakirin. Rastî pêwistiya Kurdistanê bi van cureyê rojnemevana heye. Destê Ciwanmerdî saxbe.
YNK gerek vê pirsê di nava xwe de binirxîne û bibe xwedî helwestekî, nabe tenê bide xûyakirin ku hayê wan ji vê bûyerê tuneye.
Hukumeta herêma Kurdistanê gerek hemû hêza xwe bi karbîne û berpirsên vê bûyerê dadgeh bike.
Heta hinek alî wek çeteyên mafya di nava partiyan de xwedî çekdar bin û bi serê xwe tevbigerin, Kurdistan gelek zehmete ku bigihe armancên xwe yê mezin. Gerek rojek zûtir hemû hêzên çakdar ku li Kurdistanê hene bikevin di bin fermana hukumetê de û tu hêzek çakdar girêdayî partiyan û rêxistina nemînin. Heta hinek çete hewlbidin çekdaran li dora xwe bihêlin gerekbêne têkbirin. Ev yek tenê rê li pêşiya dewletbûna Kurdistanê vedike.
Hinek tişt hene dema ku mirov behsê dike , ne ku rastiya Kurdistanê nizane, lê gelo dê ev kêşey heta kengê berdewam bin?
13.4.2020
Dara Bilek