CivakPolîtîk

Xiyanet û xwepêşandanên Kurdistanê

Li Kurdistana Başûr bûyerên balkêş rû didin. Li devera Silêmanî û Helebçeyê xwepêşandan têne kirin û ev xwepêşandan di bingehê xwe de ne ji bo mûçe yan jî hinek daxwaziyên civakîne. Ev xwepêşandan ji aliyê wan hêzan ve tên organîze kirin yên ku 16.10. 2017ê êrîşê Kurdistanê kirin û Kerkûk û Tuzxurmatû wêran kirîn. Ev xwepêşandan bi destê Heşda şeibî û hevkarên wan yên Kurdistanê tîne kirin.Kurdistana Başûr pêvajoyek zehmet re derbas dibe. Desthilatdariya Kurdistanê hewl dide ku, bi awayekî ji vê pêvajoyê derbas bike. Lê hinek partî û aliyên siyasî rê nadin vê yekê û astenga peyda dikin. Tvgera Goran û Komela Islamî, eşkere li gel dijmina hevkariyê dikin û ji bo aloziyan fermanê ji Îran û Heşda Şeibî û hevkarên wan yên Bexdayê distînin. Bi fermana dijmina kar dikin.Di serî de heta niha di nava xwepêşandana de ne û ew bi xwe organize dikin. Ji bo pisîtiya xwe veşêrin car carê hinek cihên xwe jî dişewitînin.Baskê xayin di nava YNKê de beşek e ji van planên dijmin. Hukumeta Iraqê dixwaze bê îstikrarî li Kurdistanê çêbe da ku cardin du îdare li Kurdistanê pêkwerê û ew bighin armanca xwe.Armanca xwepêşandana ne daxwaziyên civakine û her weha ew ji bo tundî û tujiyê vê yekê bi destê dijmina dikin. Hinek berpirsên aliyên siyasî yên kurd van xwepêşandana ji pişt perdê de organîze dikin.Di vê herêmê de hewldidin desthilatdariya hukumeta Kurdistanê kêm bikin û van deveran Bexdayê ve gêrêbidin. Dema Milisên Şîe, pasdarên Îranê ketin Kurdistanê malê xelkê talan kirin û xelkêk bê tawan kuştin ji bo hingê ev xwepêşandan li dijê dagirkeriyê nehêhatin kirin? Ev pirs tenê sedema xwepêşandana û armanca wan ya xirab dide xûyakirin.Divê lêkolinek di derbarê van xwepêşandana de bête kirin û aliyên siyasî yên destê wan di nav de heyî derkevin himber dadgehê heta pêwistbê gerek partiyên dijminre hevkariyê dikin û li Kurdistanê tevlîheviyê pêktînin bêne girtin.Pêwiste hemû aliyên Kurdistanî li herçar parçeyên Kurdistanê bi zelalî li himber vê leyiztika bi xiyanet bisekinin. 

Back to top button