Nivîsar

Xeta W…

Şerefxan Cizîrî

Li Bakurê Kurdistanê siyaseta Kurdan tevlihev bûye. Mirov bihêsanî dikare bibêje; li Bakurê Kurdistanê serê mirovên Kurd tevlihev e. Ji aliyê fikir û ramanên serbixwebûn û azadiyê de, ji aliyê ziman û kultura Kurdî de, ji aliyê pirsên olî de, ji aliyê rêxistinî de serê Kurdan baş tevlihev e. Dîsa ji aliyê demokrasî û azadiyê de, ji aliyê pirsên exlaqê siyasetê de, jî aliye welatperwerî, Kurdperweri, netewperwerî serê Kurdan baş tevlihev bûye.

Ango ji bona Kurdên Bakur tevlihevbûn bûyê taybetmendiyeke serek e. Pirsên stratejîk û yên ku çarenivîsa Kurdan dîyar dikin bûne cangoriyê sîyaseta rojane. Teorîyeke me, programeke me ji bona pêkvejîyana Kurdên Bakur hîna baş zelal nebûye. Siyaseta Kurdên Bakur ji rastiyên civak û siyaseta xwe bazdidin û naxwazin pirsgirêkên xwe biduristî çareser bikin. Ji ber ku di nava Kurdên Bakur de partizanî, megolemanî û ezezîtî  ketiye pêşiya her tiştî.

Her kes dibêje; ez û partiya xwe, kes nabêje; em û partiyên xwe…

Nirxên netewayetî û hevbeşbûnê gelek caran tên jibirakirin… Em dizanin ku nirxên netewî û civakî beriya kes û rêxistinan hene… Kes û rêxistin di nava wan nirxan de dibişkivin û siyasetê dikin… Minak zimanê me berîya me heye û Kurd di zimanê xwe de hevbeş in, welatê me beriya me heye û em di welatê xwe de hevbeş in, civaka me beriya me heye û em di civaka xwe de hevbeş in…

Di pratika siyaseta Bakur de Kurdên me pêşî çepgir in, oldar in, liberal in, konservativ in û dura jî heke wextê me ma dibêjin; em Kurd in! Ma ne helwesta Kurdan divabû berovajî vê helwestê bûna? Pêşî em bi zimanê xwe Kurdbûn, navê welatê me Kurdistan bû, em weke Kurd xwediyê Ala Rengin bûn û dûra ji em dibûn xwediyê fikir û ramanên ku me bi daxwaza xwe hilbijartıbûn!

Rastiya siyaseta Kurdan divabû wilo pêşde biçûya, lê feleka me berûpaş zîviriye!

Li Bakurê Kurdistanê, li derveyî partiyên dagirkeran, îro du partiyên ku gewdê wana û hilbijêrê wana Kurd in lê siyaseta wana ne li ser nirx û mafê Kurdan ava dibe hene. Bi haweyeke şermoke yek ji van partîyan qala biratiya gelan dike, mafê û nirxên Kurdan bi dildarî naparêz e, lê gelek caran qala demokrasî, azadî û wekheviyê dike. Ev parti xwe weke çepgir û sosyalîst binav dike, lê pêwendiya wana rasteqîn bi teorî û pratîka çepgiran û sosyalizmê re tuneye. Ji bona mînak; li gora kijan nirxên sosyalîstî ev helwesta çewt tê meşandin ne diyar e. Li kuderê sosyalîzm li dijî dewletbûn û Ala netewa xwe derketiye? Li kuderê sosyalîzm li dijî dewletbûna mileteke bindest derketiye? Kijan çavkaniyên sosyalîzmê van nirxan bilêv dike, diparêz e?..

Ez li vir dikarim bi dehan mînakan bıdım ku, mirovên sosyalîst û çepgir piştgirtiya gelên bidest kirine,  li Asya, Afrika û Emerika Latin ji bona rizgari û serbixwebûna van miletan têkoşin dane… Piştî serbixwebûn û rizgariyê jî dîsa alikari ji bona pêşveçûn û geşedanê kirine…

Ango çepgir û sosyalîstan hergav piştgirtiya gele bindest kirine ku dewleta xwe ava bikin…

Li aliyê din partiya oldar jî dîsa bi heman helwestan cemaetbûnê derdixîne pêşberî Kurdan. Cemaetbûneke ku îro ji holê hatiyê rakirin, Kurd bi dûv şopa wêna ketine. Ew Kurdên oldar nirxên hevbeş ne di netewayetiyê de lê belê di çarçova ola islamê de dinirxîne. Lê eşkere xuyadike ku îro qriza helî mezin di nava welatên Misliman de çebûye. Nirxên islamiyeti bûne cangoriyên berjewendiyê dewletên mislimanan. Ev bi xwe bi hevre şer dikin, ew bi xwe mafên hevdû binpê dikin, ew bi xwe welatên cîran dagir dikin, ew bi xwe serê mislimanan jê dikin, ew bi xwe hemû teslimî pergala navnetewî bûnê û xulamtiyê ji welatê sermayedar re dikin.

Lê Kurdên me yên oldar danê dûv vê şopa ku îro winda bûye.

Ez baş dizanim ku îro hewcedariya miletê Kurd bi wan her dû xetan de tüneye, lê hewcedariya me bi mirovên Kurd heye ku bal û dengê xwe danê wan xetên ku baş diyar in. Divê Kurdên netewî bi baldarî mirovên ku dane dûv wan herdû xetan, bi hosteyî bixwazin ji bona doza netewî qezenc bikin. Bi wan mirovan re di nava gotûbêjan de be, li wan mirovan gûhdar bikin. Di hinek pirsên şênber de bi hevdû kar bikin…

Ma ne pêşî divê Kurd weke Kurdan tevger bikin, weke Kurdan bijîn, weke Kurdan siyasetê bikin. Gava ku ev herdû xet werin ser nirxên welatperweriye wê gavê tu sedem ku mirov bi hevre nexebite tuneye. Ango xebata bi hevdû re divê li ser bingehê Kurdperweriyê li dar bikeve. Ji ber ku nirxên Kurdperweriyê yê hemû Kurdan e, ew nirxên hevbeş in, nirxên hebûna miletekî ne. Ango man û nemana Kurdan li ser van nirxan realize dibe. Gava ku nirxên netewî realize bûn, piştre her kes kurê bavê xwe ye, an jî keça dîya xwe ye û dikare bi azadi li ser nirxên xwe yên bîrdozi siyasetê bikin…

Di vê pirsê de eşkereye ku her parti, rêxistin ji bona desthilatdariyê bi hevre berberiyê dikin, ev tiştekî normal e, lê ji bona berjewendiya welatê xwe, ji bona nirxên netewî divê parti û rêxistin bi hevre kar bikin, hevbeş bibin, – bi taybet jî li welatekî weke Kurdistanê-

Baş e; di vê tevgirêdanê de xeta W tê çi wateye? Ev xeta ku ez jê re dibêjim welatperwer, Kurdperwer, niştimanperwer, zimanperwer, kulturperwer, civakperwer gelo divê çi bike?

Xeta W divê di her tevgirêdanê de xwedi li nirxên Kurdan yên netewî derbikeve. Siyasetê li ser van nirxan bikin, van nirxan ji xwe re bikin program, bikin rêbaz û pîvanên exlaqî. Heta ku Kurdistan bindest be, divê hemû Kurd li ser van nirxan siyaseteke hevbeş bikin.

Ji bedêla berberiya navxwe divê Kurd di vê konaxa dîrokî de -ku miletê Kurd tê re derbas dibe-  karibin teorî û exlaqê hevkariya navxweyî pêş de bibin. Ango Kurd divê beriya her tiştî bibin netewe ji bona xwe.

Ji bona ev Xeta W di nava siyaseta Kurdan de biserkeve, divê hemû kes xwe gaveke bi paş de vekişine, doza welatê xwe û nirxên netewî derxîne pêş, rêxistina xwe ne weke armanc lê bele weke alavekî ku pê bigîhêje armancên netewî û civakî binirxîne.

Di xebata netewî û civakî de cîh ji hemû kesan, rêxistinan û komikan re heye. Her kes li gora zanebûna xwe, jêhatbûna xwe, taybetmendiyên xwe, exlaqê xwe dikare bihêsanî cîh ji xwe re di vê xebatê de bibine.

Divê hemû Kurd û Kurdistanî bi hevdû re vê Xeta W xurt bikin, senc û xiramên li ber xwe paqij bikin, xweragiriyê û dêrûniya xwe saxlam bikin, helwesta xwe baş zelal bikin, hêzên xwe bikin yek, tifaqan ava bikin û karwanê netewî bixînin ser rêyeke rast.

Doza welat li benda me ye…

Back to top button