Nivîsar

Xeta serxwebûnê û xeta entegrasyonê du xetên li dijî hev in

Mirovê ku di fikir û helwestên xwe de ne zelal be ne cihê bawerîyê ye û nezelalbûna wî nîşan e ku xwedî hesabên veşartî ye. Mirovên bi wî rengî tim ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Dikarin ji bo berjewendiyên xwe hemû hesasiyetên mirovên derdora xwe bi bi kar bînin û bi wî awayî jî tim xisarê didin.Ger rêxistinek ne xwedî helwesteke zelal be, heman tişt ji bo wî rêxistinê jî bi heman şiklî ye û xisara rêxistinê ji xisara mirovan qat qat zêdetir û xetertir e. Ji ber ku mirov xisarê didin mirovan lê rêxistin xisarê didin civakê.Welatê me parçekirî û di bin dagirkeriya dewletên hov de ye. Bi ser de PKK li Kurdistanê leşkeriya dagirkeran dike û hewl dide ku hemû gavên netewî têk bive. Mixabin li gel van pirsgirêkên me yên girîng hebûna rêxistinên ku ne xwedî helwesteke zelal in, rewşê dijwartir û xetertir dike.Li bakûrê Kurdistanê ev demeke 6 rêxistinên ku ji xwe re dibêjin partî (PAK, Platforma Demokratên Kurd, Hereketa Azadî, ÖSP, Îbarahîn Halîl Baran/PAKURD, PSK) bi hev re tevdigerin. Navê Kurdistanê bi kar tînin lê heta niha jî ne xwedî helwesteke zelal û Kurdistanî ne û ji vê ne zelaliya xwe re qilifan dibînin. Di hemû daxuyaniyên wan de mijarek tenê derdikeve pêş û hemû derd û kulen wan jî ew e. Di doza Kurdistanê de asta herî bilind a çareseriya wan, destpêkirina “pêvajoyek nû” ya aşitiyê ye. Xeyal dikin ku di vê pêvajoya nû de ew jî li gel PKKê ji aliyê dewleta Tirkî ve mixetab bên girtin û garantorên navnetewî ya vê pêvajoyê hebe.Helwesta PKKê zelal e. Ew eşkere entegrasyonê diparêze û bi kiryarên xwe xeta entegrasyonê û serxwebûnê ji hev zelal dike. Bi çepên Tirkan re yekîtiyan çêdike. Dijminantiya serxwebûnxwazan dike. Lê ev rêxistinên ku li jor navên wan hatine nivîsandin, him navê Kurdistanê bi kar tînin û dibêjin ku Kurdistanê dixwazin him jî amadene bi bangeke biçin gel entegrasyonparêzan. Bi wî awayî dibin sedem ku ev her du xet ji hev zelal nebin. Mînaka wê me berî çend rojan dît. Bi banga KCDê çûn bi HDP û DBP re rûniştin.Xeta serxwebûnê û xeta entegrasyonê du xetên li dijî hev in û di nava wan her du xetan de şereke fikrî heta carcaran fizîkî (Şehîdkirina Pêşmergeyên rojhilata Kurdistanê, astengiyên li pêşiya xebatên ENKS, êrîşkirina hilgirên Ala Rengîn) heye. Ji bo ku şopînerên van her du xetan bên cem hev, divê yek ji wan ji xetên xwe yên sor tawîzê bide. Xeta entegrasyonê vê tawîzê nedaye û nade jî. Herî talî bi yekîtiya rêxistinên çepên Tirk û kemalîst careke din nîşan dan ku tawîzê nadin. Wê çaxê lazim e yên ku ji xwe re dibêjin “partiyên Kurdistanî” tawîzê bidin. Dema em bêhelwestî û nezelaliya wan bidin ber çav, ev îxtimal ne dûrî rastiyê ye.Di civîna bi KCDê re de mijareke din a balkêş heye. Heta niha wan rêxistinan çi dikirin li ser navê her 6an dikirin. Çima di hevdîtina KCD/HDP/DBP de Îbrahîm Halîl Baran tunebû û navê 5 rêxistinan hebû? Hemû kes dizane ku Îbrahîm Halîl Baran berê di nav KCD de cih digirt û wan wî ji nava xwe derxistin. KCD nexwest ew di hevdîtinê de amade be? Ger sedem ev be (ku li gor texmîna min ev e) ev bêhelwestbûna her 6 rêxistinan e. Rêxistinên ku nikaribin li hevalê xwe xwedî derkevin ewê çawa li welatê xwe xwedî derkevin?Serokên şaxên Amedê ya du rêxistinan di vê mijarê de dibêjin ku “Ew bi tena serê xwe ye. Dema hevdîtinê ji ber ku ew ne li vê derê bû, kesek din tunebû em ser navê wî bibin.” Baş e madem ew tenê ye çima hun wek partîyekê wî bi miletê Kurd didin nasîn û bi wî awayî tevdigerin? Ger ew tenê be hun her 6 rêxistin bi hev re derewan li miletê Kurd dikin û dixapînin.Lazim e ev her 6 rêxistin bersîva van pirsan bidin û helwesta xwe zelal bikin. Ger ew helwesta xwe zelal nekin, erka serxwebûnxwazan ew e ku vê hişmendiyê teşhir bikin û nehêlin kes doza pîroz a Kurdistanê ji bo berjewendiya xwe qirêj bike. Kes nikare Kurdistanê ji xwe re bike mertal û miletê Kurd bixapîne.“Yên bikaribin bibin yek bila bibin yek, yên nikaribin bibin yek bila tifaqan di nava xwe de danin; yên şerdên tifaqa nabînin, xwe amadeyî tifaqan nabînin bila di navbera wan de dîyalog û danîn û stendin hebin; lê yên dîyalog û merhebaya wan tunebin jî bila dijminatîya hevdu nekin, bila hevdu nekujin.” Ev peyv peyva Serokê PAKê Mustafa Özçelîk û mantiqa her 6 rêxistinan e. Bêhelwestbûna xwe û berjewendiyên xwe yên şexsî dixwazin di bin vê peyvê de veşêrin. Dema mirov nû bibihîse dibe ku ev peyv hîtabî hêstên mirovan bike û bi mirov xweş bê lê ev peyv dûrî rastîyê ye. Ji xwe niha şerek fikrî heye û yên serxwebûnxwaz û entegrasyonparêz bi vî şerî xeta xwe zelal dikin. Ên berjewendîxwazên xwe ne jî dixwazin bi vê peyvê vê zelalbûnê şolî bikin û di vê şolîyê de li gor berjewendiyên xwe yên şexsî/rêxistinî tevbigerin. Ger bi rastî serxwebûnxwaz/Kurdistanî bin, wê ne bi entegrasyonparêzan re bicivin ne jî xwe li dû peyvên bihêstiyar veşêrin.Dem ew dem e ku miletê Kurd di nava xwe de têkeve nav hesab dîtineke tund û her du xetan ji hev veqetîne. Ne ew dem e ku hin şexs/grûb ji bo berjewendiyên xwe bi peyvên romantîk û fanteziyan astengbin ku ev her du xet ji hev veqetin. Aliyên ku xwedî vê helwestêne, di vê rewşê de ji entegrasyonparêzan zêdetir xisarê didin doza Kurdistanê.Roger Çağer13.03.2016

Back to top button