Xerckirinên parastinê ya 2 mehan 846 mîlyon e
Dewleta Tirkiyê, di bin navê xwerckirinên parastinê de, ku vana çek kirin, amûret û mûhîmat kirîn in, di 2 mehên dawiyê de, di mehên tirmeh û tebaxa 2012 an de pereyên ku xwerckirine, zêdetirî 6 mehên destpêka sala 2012 an e. Dewleta Tirkiyê, di heyama 6 mehan de, a rêbendanê heta meha hezîranê 732 mîlyon lîre ji bo parastinê xerckirine. Di 2 mehên dawiyê de jî, mehên tirmeh û tebaxê de 846 mîlyon lîre ji bo parastinê an jî kirîna çek, amûret û mûhîmatên leşkerî xerckirine.
Hikumet, maliyeta şerê ku bi salan e didome, hildide milên hemwelatiyan. Di 8 mehên sala 2012 an de, kêmahiya butçeya dewleta Tirkiyê, 8 mîlyar û 500 hezar lîre ye. Sedeme li ser hev zêdekirina bihayê gellek tiştan bi vî awayî derkete holê ku, xerckirinên parastinê ne. Hikumet, ji bo ku kêmahiya butçê karibe telafî bike, ji neftê û gazê bigre, heta mamulên titûnê, bihayê gellek tiştên ku her hemwelatiyek mecbûre xercbike zêde dikin.
Herî dawî, rêjeya OTVê (baceya xerckirinên taybet) zêde kirin û bi vê, hemwelatiyên Tirkiyê li ser darê dinyayê nefta herî bi biha bikartînin.
Dîsa îstatîstîkeke balkêş a din; di nav salekê de, li cîhanê kesên dewlement yên ku wek “dewlemendên super” tên binavkirin, li Tirkiyê hejmara wan kesên dewlemendên super, berê 800 bûye û îsal bûye 830. Yanê di salekê de ji Tirkiyê 30 “dewlemendên super” peyda bûne. Rastiya herî balkêş jî ev e; qezenca van 830 dewlemendên super, qasî qezenca 9 mîlyon însanên ku li Tirkiyê dijîn e. Bi gotina herî basît; feqîr her diçe feqîr dibe, zengîn jî her diçe zengîn. Gotina pêşiyan e, baran di ser çeman de dibare.