Civak
Xelkê Payizava ya Wan ê pezkuviyan diparêzin
Xelkê qezaya Payizavaya bajarê Wanê 300 pezkuviyan ji tirsa nêçîrvanan diparêzin û wan xwedî dikin.
Hemwelatiyên devera Payizava dibêjin berî du salan me dû têşkên pezkuviyan dîtin û me xwest wan biparêzîn. Ji wê salê heta niha hejmara wan pezkuviyan gihîştiye 300 an. Her çende gundî gelek bi başî wan xwedî dikin û diparêzin, lê belê gelek caran hinek nêçîrvan ji deverên din tên û dixwazin nêçîra wan pezkuviyan bikin.
Her wiha dibêjin her çende em rêgiriyê li wan nêçîrvanên biyanî dikîn, lê mixabin carna her çawa be diçin nêçîra wan dikin. Li nava xelkê deverê de parastina wan berbelave û xelk bi başî wan diparêze lê divê eve giştgîr be û her kes ji aliyê xwe ve erkê xwe bi cîh bîne. Zivistanê dema berf erdê be, em ji wan re xwarinê dibin.