Cîhan
Xelkê Fransayê ji Sarkozy dûr dikevin
Li Fransayê piştî grev û protestoyên karkeran , Serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy rojên xirab derbas dike û roj bi roj xelk jê dûr dikevin. Anketa herî dawî jî ji ya berê xirabtire .
Li gor anketê Rojnameyê hefteyî ya bi navê ”Journal du Dimanche” Piştgiriya xelkê Fransayê ji Nicolas Serkozyê re kêm bû. Serkozy di meha dawiyê de sisê puan winda kir û îro xelkê Fransayê tenê ji %29 piştgirî didin.
Rojnameya ”Journal du Dimanche” da xuya kir ku di dîroka Fransayê de care yekem xelk ji serokkomarên xwe ew qas dûr dikevin.
Anketên herî dawî jî nîşan dide ku di hilbijartina sarokkomariyê dahatuyê de ne mimkune ku Sarkozy carekî dî bihête pejirandin.