Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mistefa Çawraş ragihand ku divê YNK û PDK wek du hêzên serekî yên Kurdistanê li ser her tiştî li hev bikin û wek tîmek biçin Bexdayê. Çawraş dibêje: “Yekîtiya neteweya Kurd li ser postê serokomarî û her tiştî ye. Em du hêzên siyasî yên sereke ne li Herêma Kurdistanê, ku hêzên çekdar hene, divê em li ser her tiştî li hev bikin, şerm e ku bi du tîman biçin Bexdayê.” Çawraş di berdewamiya daxûyaniya xwe de got:Hemû gelê Kurd bi nêzîkbûna YNK û PDKê kêfxweş e, bi taybetî ku niha rewş hestiyar e û ji her alî ve êrişî navçeyên Kurdistanê tê kirin, ji ber wê jî pêwîste li ser postê serokomarî û her tiştî lihevkirin pêkwere. Rewşa Iraqê aloz e, eger em nebin yek, aliyên din ên Iraqê dê sûdê ji parçebûna me werbigirin. |