Civak

Xaza xwezayî ya Kurdistanê karteke beranber Iraqê

Wirya Hewramî Serokê Rêxistinê Dor ya zanyariya neft û xaz ragihand: ”Qebareya veberhênanê li kerta xaza Herêma Kurdistanê de nêzîkî deh milyar dolaran buye. Kurdistan li sînorê parêzgeha Hewlêrê dû kêlgeyên girîngê xaza xwezayî ya bi navê Mîran û Binebawî heye û ji aliyê kompanya Genel Enerjî ve tê serpereştî kirin. Li sînorê parêzgeha Silêmanî jî her dû kêlgeyên Çemçemal û Xormele heye, ew jî ji bo zêdetir dabînkirina xaza navweyî tê bikaranîn. Lê belê her dû kêlgeyên Mîran û Binebawî ya li deşta Hewlêrê zêdetir ji bo henardekirina bazarên cîhanê kar li ser hatiye kirin û biryar bû îsal dest bi şandina xaza xwezayî ya Kurdistanê bihata kirin.

Her wiha Hewramî got: Herêma Kurdistanê dest bi henardekirina xaza xwezayî bike çavkaniyeke dahatê ya girîng dibê û dikare şûna neftê bigre. Niha cîhan berev sedsala xaza xwezayî ve diçe û Kurdistan jî beşeke ji pirkirina xaza xwezayî ya welatên navçeyê wekî tirkiye û Iraq û yek ji wan welatan dibe ku li navçeya Ewrupa wê çavê wan li ser bê ji bo pirkirina kêmbûna xazê û welatên Ewrupî ji bo daxwaza xaza xwezayî çavê wan li ser xaza Kurdistanê ye‌.

Li gor zanyariyên kompanya Genel Enerjî, çend kompanyayekî taybetmend hatine bo ku reform çaksaziyê li xaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê da bikin û ji bo şandinê amade bikin. Li gor standardên navdewletî kompanyayan dest bi karên xwe jî kirine.

Peymana xaza xwezayî ya di navbera Iraq û Îranê bi dawî hatiye Amerîka dixwaze peywendiyên Îran û Iraq bibrê. Li asta navxwe da Iraq pêwîstî xaza xwe pir bike ji bo berhemanîna kareba û xaza malan, lê Iraq jî niha tenê çavkaniya wî Herêma Kurdistane. Ji bo wê yekê xaz kartekî baş dibê beramber Iraq bo şandina mûçe û bûdçeyên Kurdistanê.

Back to top button