Cîhan
Xamineyî: Kurd parçeyekî me ne
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî ji Serokê Herêma Kurdistanî re eşkere kiriye ku ew Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.
6ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî re civiyabû.
Malpera fermî ya Elî Xamineyî îro behsa naveroka civîna Elî Xameneyî û Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gorî malperê Elî Xamineyî ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye:
“Em civaka Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.”
Li gorî malperê di civînê de Elî Xamineyî behsa pêwendiyên bihêz ên xelkê Îranê yê bi Kurdan re kiriye.
Elî Xamineyî herwiha li ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê jî got:
“Çi li Îraqê be çi li Îranê be, em civaka Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.
Ew parçeyekî me ne.”