Polîtîk

Xaça Sor: Da'îş bi birîna avê jî tawanbare

Li gor raporek ku li malpera (Birêyît‌bart) da hatiye belav kirin, derketiye ku Da’îş cenga avê jî beranber Kurd û Krîstiyanan berpa kiriye. Komîteya Xaça Sora Navdewletî jî dibêje, Da’îş avê jî weku çekekî şer bikaraniye.

Robert Mardînî Serokê Çalakiyên Xaça Sora Navdewletî li Rojhilata Navîn got: “Bikaranîna çavkaniyên avê weku taktîk û çekek li dema rûbirûbûnan da neku tenê serpêçiye li yasayên şerkirinê, belku ziyanê jî bi jiyana xelkê gihandiye.

Da’îş li meha temmuza derbasbûyî de hêla avê ya bajarê Qereqûş û çend navçeyekî din birî ku ji ava rûbara Dîcle ve çavkaniya xwe girtiye, Da’îş wê yekê weku çekekî dinê şer û karên nemirovaneyên din li dijî Krîstiyanan û Kurdan bikaraniye.

Komîteya Xaça Sora Navdewletî vê karê Da’îş bi sizadana xelkê sîvîl bi nav kiriye û bi tawanekî dijî mirovayetiyê zaniye.

Mardînî got: “Eve kareke ji aliyê mirov ve hatiye encamdan û çareserkirina wê jî her ji aliyê mirov ve ye, pêwîste civaka navdewletî û civakên navçeyê pêkve vê giriftê çareser bikin û pêwîste dilniyayî bidin ku hemû kes ava wî hebê”.

Back to top button