WSJ: Amerika êdî çekan dişîne Suriye
Rojnama Wall Street Journal (WSJ) li gor jêderên xwe yên nihênî roja pênçşemê ragihand, ku Emerîka dest bi operasyoneke veşartî kiriye ku çekan ji opozisyona Suriyê re bişîne.
Li gor rojnameyê operasyon di çarçêweya plana zêdekirina alîkariyên leşkerî ji opozisyona Suriyê re tê birêvebirin. Operasyona şandina çekan ji axa Urdunê dihête kirin û bi giştî heta 3 heftiyan dê berdewam bike. Piştî vê yekê du heftiyên din wê karê amadekirina çekdaran û şandina wan ji bo Suriyê bikin. Ji bilî wê, beşek ji çekan, bi taybetî muşekên dijî tankan wê desthilata Erebistana Suudî pêşkêş bike.
Tê texmînkirin, ku çekdarên ji aliyê Amerîkanan ve hatine amadekirin, wê ji meha Tebaxê ve her meh ji bo Suriyê bêne şandin. Ev yek wê bihêle, ku di nav 4 mehan de hêzên opozisyon û hikumeta Suriyê bibin wekî hev. Nûnerên Amerîkayê ji rojnama WSJ re van nûçeyan şirove nekirin.