Cîhan

WPN: 32 PKKî hatin kujtin 

Wezareta Paraztina Netewî ya Tirkiyê daxuyand ku li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) li herêmên Heftanîn, Gara, Hakurk û Pelçelokê 32 PKKî hatine kujtin.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin ku li Bakurê Iraqê li herêmên Heftanîn, Gara, Hakurk û Pêl-Lokê 32 terorîstên PKKî hatine berterefkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Emê rê nedin ku rêxistinên terorê bi ser bikevin û heta yek terorîst li herêma wan nemîne emê bi biryar têkoşîna xwe bidomînin”.

 

Back to top button