Nivîsar

Windabûna ziman têkçûna neteweyeki ye!

Gelo ew kesayetên pêşevaniya siyasetê li bakurê Kurdistanê dikin çend ji wan zimanê Kurdî di mala xwe de li gel malbata xwe û rojane di civatê de bi kartîne?

Dara Bilek

Gelek cara li ser girîngiya axavtina zimanê Kurdî gotubêj çêdibin. Lê gelo di van gotubêjan de heta çi radeyê behsa rastiya heyî û rewşa ku zimanê Kurdî tê de ye tê kirin. Gelek cara em behsa zordarî,asteng, û nijadperetiya li dijî zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê tê kirin dikin. Mixabin ev yek wek sedemê bingehîn a bi nekaranîna  zimanê Kurdî tê nîşandan. Lê ev yek bi tenê beşek ji rastiyê ye, rastîya bingehîn ne ev e û gelek jî li ser nayê sekinandin.

Gelek cara dema em behsa îdeolojiya fermi ya dewletê dikin. Dibêjin ku, cumhuriyeta Tirkiye li ser hîmên inkarkirin û îmha kirina miletê Kurd hatiye avakirin. Asimilekirin wek erkê dewletê hatiye qebul kirin. Bi dehên salan ji bo Kurdî neyê axavtin kurdî qedexe kirine û heta di hinek qonaxan de dema kesek bi Kurdî biaxaviya bac jê werdigirtin. Mirov bi sedên rûpela dikare behsa helwesta dewletê ya nijadperestî di derbarê zimanê Kurdî de li bakurê Kurdistanê bike.

Lê li vê derê xalek gelek girîng heye, gelo wek aliyên siyasî, siyasetmedar, rewşenbir yan jî kesayetên kurd me ji bo pêşketin û jiyana zimanê Kurdî çi kiriye? Em wek Kurd di vê derbarê de çikas tawanbarin û heta mirov dikare bêje ku, me bi xwe heta çi radeyê arikariya siyaseta asimîlekirina dezgehên dewletê kiriye? Pirsek din: Gelo ew kesayetên pêşevaniya siyasetê li bakurê Kurdistanê dikin çend ji wan zimanê Kurdî di mala xwe de li gel malbata xwe û rojane di civatê de bi kartîne?

Divê em baş û bê nîqaş tê bigihin ku, di dîrokê de neteweyek ku, bê ziman jiyana xwe ya civakî berdewam kiribe tineye. Madem rêya jiyana neteweyekî bi axavtin û bi karanîna ziman re derbas dibe, hinge pîvana civatek resen jî bê guman  zimanek serbixweye.

Ziman axaftina cudabûna neteweyekî ji neteweyê din e. Netew hest, raman û hemû heyînên gerdûnê li gora xwe tînin ziman. Kurtahî ji bo neteweyek heyîna xwe wek netew berdewam bike, dive ziman û karanina ziman rojane berdewam bike. Ziman pergala ramana neteweyekê nîşan dide. Ji ber ku mirov tişta ku ew difikire tîne ziman, zimanek diyar dike ku kesên ku wî zimanî bikar tînin çawa difikirin û hişê wan çawa dixebite; ew e ku, ramana neteweyî eşkere dike.

Herweha mirov dikare hêja pêştir here û bibêje, eger ziman winda bibe miletek jî ji gel ziman winda dibe, hinge ji aliyê Kurdan ve aliyên siyasî, kesayet, rewşenbîr  û her kesek di civatê de dive ji bo Kurdeyatiya xwe pîvana bingehîn kifş bike, ew jî bi karanina zimanê Kurdiye.

Mînakek gelek hesanî rewşa zimanê Kurdî li bakur dide xûyakirin. Niha Diyarbekir weke “ paytextê siyaseta kurdî“ tê nasandin û herweha Diyarbekir nawenda siyaseta Kurda li bakurê Kurdistanê ye. Lê berê xwe bidinê dema kurdek ji beşê din ê Kurdistanê yan jî ji deverek li cîhanê serdana bajarê Diyarbekir bike, gelo heta çi radeyê pê dihese ku Diyarbekir bajarek Kurdiye?

Dema mirov li bazara bajêr digere, kirîn firotinekî dike yan jî diçe xwaringehekî di destê yekem de xelkek yan jî karmendek çewe û bi çi zimanî pêşwaziya mirov dike? Ev yek gelekî girîng e û pîvane. Dema mirov diçe cihekî heta tu bi xwe destpêkê de kurdî naxivî kesek bi kurdî pêşwaziya te nake. Diyarbekir wek mînak hate nîşankirin, lê mixabin piraniya bajarên bakurê Kurdistanê di vê rewşê de ne.

Partiyek eger ji bo zimanê Kurdî siyaseta dewletê rexne bike, ji bo pêşdebirina ziman xebatekî bike, divê ji berî her tiştekî ew bi xwe, berpirsên wan bizanibin Kurdî biaxivin û jiyana xwe ya rojane li Kurdistanê li gel Kurdan zimanê Kurdî bi karbînin. Berê xwe bidin arşîvên partiyên Kurdî. Gelo çend parti yan jî saziyên Kurdî, heta yên ku ji bo jiyana zimanê Kurdî dixebitin, di nava xwe de, di civînên xwe de û protokolên civînan de zimanê Kurdî kartînin yan na? Karbînin jî heta çi radeyê bi kartînin.

Li Kurdistanê hinek malperê bi tenê zimanê Kurdî têne weşandin. Lê mixabin radeya xwendinê ne gelek bilinde. Ewên kaşo doza zimanê Kurdî dikin gelo heta çi radeyê pişgiriya van malpera yan jî rojnmeyan dikin? Bawer nakim ku kesek yan jî aliyek siyasî bi zimanê Tirkî bikaribe xizmetekî ji pêşvebirina zimanê Kurdî re bike. Di vê derbarê de gelek mînak hene ku mirov dikare bide, lê her tişt vekiriye û herkesek rastiya heyî dibîne. Keşe ewe ku, kesek vekirî behsê nake.

Herkesekê rewşenbir, siyasetmedar,û nivîskarê bi zimanê Kurdî dinivîse û bi karanina zimanê Kurdi de israr dike, xizmeta herî mezin ji bo neteweya xwe dike û dibe stûnek ji bo taybetmendiyên netewî neruxe.  Medya civakî de hinek kaşo ji bo Kurda dinyayê xira dikin, lê ew bi xwe  weşana malpera xwe bi zimanê Tirkî dike, ev çiye û ew kes heta çi radeyê li himber xwe dirustin?

Eger em behsa zimanê Kurdî dikin, divê ji mala xwe destpêbikin. Siyasetmedarek di mala xwe de Kurdî bi karneyne, Kurdi li gel zarokên xwe neaxive, di derbarê pira Kurd de jî ne cidiye û ne dirust e. Belkî ez xeletbim, lê ev dîtina min e.

13.12.2022

Back to top button