Wîjdan, tifaq û deklerasyon
Her çiqasî HDP li Îmralîyê ji alî Ocalan û MÎTê ve hatibe sazkirin jî, îro saya Kurdan 6-7 milyon ray distîne û partîya sêyem a meclîsa Tirkîyê ye.
Nûrî Çelîk
Wîjdan berî her tiştî taybetmendîyek mirovî ye. Ev taybetmendî ji bingeha exlaq û pîvana hestên mirov pêk tê. Mirov li gor nirxên xwe yên exlaqî başî û xirabîyê diyar dike û ev nirx jî di wijdanê mirov de bi pêş dikeve, û bi demê re hest û rengê mirov diguhere. Wîjdan ne tenê mêzîna heq û hiqûqê, mêzîna heq û neheqîyê ye.Herweha mêzîna qencî û xirabîyê, mêzîna başî û nebaşîyê, û mêzîna êş û rehetîyê ye jî. Mirovê xwedî wîjdan mirovê xwedî exlaq û hestên mirovî ye, mirovê xwedî edalet û heq û hiqûkê ye. Û mirovê bêwîjdan jî mirovê bêeqlaq û ji hestên mirovatîyê dûr e, mirovê yekalî ye, dûrî heq û hiqûqê ye, ji exlaq û hestên mirovatîyê dûr e, zalim e.
Di civakên paşdemayî û bindest de wek her nirxên netewî wîjdan jî tê dagîrkirin. Ji ber wîjdan beşek ji hest û hissiyatên dil û mejî ye, bi dagîrkirina mejî û tirsandina dil re wîjdan jî têk diçe û dibe hêsîrê mejîyê dagîrkirî û dilê tirsonek. Bi vî awayî mêzîn û pîvana xwe winda dike û ji heq û hiqûqê, ji rastî û maqûlîyê dûr dikeve. Dûrketina ji heq û hiqûqê, dûrketina ji maqûlî û pîvana hestên mirovî bi xwe re siviktî û erzanîyê bi xwe re tîne. Gotinên wek xwefirojî û xiyanetê pir sivik û erzan dibin û herkes dikare hevdu bi xwefiroşî û xiyanetê bi nav bike.
Ji ber em Kurd jî civakek paşdemayî, milletekî bindest û welatekî dagîrkirî ne, mixabin me jî sûd û nesîbê xwe ji nirxên civakên paşdemayî û ji exlaqê dagîrkeran stendiye. Civak û millet yekrêzîya xwe ji parçebûn û alozîya exlaq û nirxên xwe yên netewî winda dikin. Gava exlaq û çand, tore û nirx aloz û girikî bûn, wîjdan, hest û pîvana dil û mejî ji cîh dileqe û mêzîn a exlaq serûbinê hev dibe. Ji ber vê jî, siviktî û erzanîya gotinên xwefiroşî û xiyanetê dibin gotinên adetî û ji alî zimanê bêhestî ve bi rehetî tên gotin.
Ji 77an û heta îro rêxistin û partîyên Bakurê Kurdistanê berberîya hev kirine, şer û pevçûna hev kirine û hîna jî dikin. Li Başûr ji 66an û heta îro partîyên sereke şerê hev kirine û îro jî di asta siyasî de dikin. Bi hezaran pêşmerge ji hev kujtine, lê ji bo selametîya destketinên Herêma Kurdistanê baş xirab, kêm zêde silavê li hev dikin, li hev kom dibin, dikevin hilbijartinan, di parlamentoya Hewlêr û Bexdayê de xwedî kursî û meqam in. Hemû alî jî parlamentoya Bexdayê wek cîhê çareserîya pirsgirêkan dibînin û dixwazin bê şer û pevçûn pirsgirêkên heyî di parlamentoyê de çareser bikin. Her çiqasî zêdeyî bîst salan e gelek pirsgirêk çareser nebûbin jî (wek maddeya 140), dîsa jî dixwazin pirsgirêkên xwe di parlamentoya Bexdayê de çareser bikin. Bêguman ev yek jî bi wîjdan û exlaqê mirovî ve girêdayî ye û cîhê kêfxweşîyê ye ku li şûna şer û pevçûnê siyaset û dîplomasî tê bikaranîn.
Li Bakurê Kurdistanê piştî 1980 î meydan ji PKK re ma ( yanî partîyên Bakur meydan ji PKK re hiştin). Her çiqasî PKK ziyanek pir mezin dabe Kurd û Kurdistanê jî, lê belê bedêlek mezin da û hêvîyek da Kurdan, baş xirab, kêm yan zêde, bû sebeb ku di qada siyasî û legal de partîyek wek HDP bê sazkirin. Her çiqasî HDP li Îmralîyê ji alî Ocalan û MÎTê ve hatibe sazkirin jî, îro saya Kurdan 6-7 milyon ray distîne û partîya sêyem a meclîsa Tirkîyê ye. Her çiqasî piranîya rêvebir û serkêşên wê ne Kurd bin û hepsar di destê Tirkan de be jî, sedî 99ê bingeha wê Kurd in, Kurdên welatparêz in. Ji sedî 10ê wan belkî PKKî bin yan ne PKKî bin. Lê Kurd in, bedel dane, mal û canê xwe dane, zarokên xwe dane, êşiyane û di qada legal de hêvîya xwe bi HDP girêdane. Yanî, em bixwazin yan nexwazin, jê hez bikin yan nekin, îro li Bakurê Kurdistanê HDP lokomotîf e û Kurdên Bakur bi wê lokomotîfê dixwazin hinek mafan bi dest bixin. Kêm yan zêde, piçûk yan mezin, bidestxistina her gavek erênî ji bo Kurdan kar e û ne zirar e.
Partîyên derveyî PKK ji 80î ve xwe bi xwe hevdu tar û mar kirin, bûn piçik û parî û heta îro jî ji bo yekîtî û tifaqek netewî kevirek dananîn ser kevirekî. Ew naxwazin yan hinek destên tarî naxwazin ew bibin yek meseleyek din e, lê bê tifaqîya wan, bêalternatîfî berê Kurdan daye HDP û HDP jî parlamentoya Tirkîyê wek sîwana çareserkirina pirsgirêkan dibîne. Heman tişt îro li Başûr jî tê kirin. Îcar mesela me li ser Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd, deklerasyon û helwesta PSK ye.
PSK û çend partîyên din yên Kurd bi HDP re Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd sazkirin. Helwesta PSK ji alî gelek kesan ve har şermezarkirin û PSK wek „xwefiroş“ hat tohmetbarkirin, hinekan jî PSK bi xiyanetê bi nav kir. Wek min li jor jî behs kir, gava wîjdan tunebe exlaq, exlaq jî tunebe gotinên xwefiroşî û xiyanetê pir sivik û erzan dibin.
Baş e, PSK bi HDP re tifaq nekiriba wê bi kê re bikira? Bi Elo, Celo, Elî û Welî re, bi Partîya A, Partîya B û Partîya C re. Ev çend sal in hewldanek wan hebû, çi bi ser xistin? Ne tiştek! Gelo ne tiştek ji bo PSK baş e, yan tiştekî wek HDP ku karibe tiştekî bike baş e? Gelo PSK pişta xwe bide kevirekî baş e, yan bide zinarekî? Wê karibe ji kevirekî sûd û derfetê bistîne, yan ji zinarekî? Hûn dev ji van pirsan jî berdin, PSK bi xal û merc ketiye nav Tifaqa Azadî û Demokrasîyê, belaş neketiye navê. Niha PSK tenê ji bo berjewendîyên xwe yên siyasî ketiba nav tifaqa HDP meyê heta sibê ew rexne û şermezar bikira. Lê di holê de 7 xal û daxwazên ku di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de ne hene.
Ka pêşî van xal û daxwazên jêrîn bixwînin, piştre destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û biryarê bidin bê ka PSK xwefiroş e, yan xiyanet kiriye.
– Naskirina hebûn û nasnameya gelê Kurd, cihgirtina wî di makezagona bê de.
– Qebûlkirina zimanê Kurdî ji zarokxanê heta zanîngehê wek zimanê perwerdehiyê û li kêleka Tirkî wek zimanê fermî yê duyemîn.
– Afirandina hawîrdorek demokratîk ku rê li ber Kurdan veke ku di bin navê Kurd û Kurdistanê de xwe bi awayekî azad bi rêxistin bikin û xwe îfade bikin.
– Naskirina statuyekê ku gelê Kurd li Kurdistanê xwe bi rêve bibe.
– Vegerandina navên Kurdî yên niştecih, cihên erdnîgarî û dîrokî ku navên wan li Kurdistanê hatine guhertin.
– Ragihandina cihê gorên kesayetiyên Kurd yên dîrokî yên ku gorên wan hatine hilweşandin yan veşartin.
– Çêkirina makezagonek demokratîk, piralî û nenavendî ku jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê Kurd bi gelên din re misoger bike.
Heger xwestina ziman û nasnameya Kurdî, xwestina statuyek Kurdî, xwestina vegerandina navên dîrokî û erdnîgarî, xwestina eşkerekirina gorên kesayetên Kurd xwefiroşî û xiyanet be, kîjan Kurd ne xwefiroş û xiyanetkar e!? Kîjan Kurd, kîjan partîyên Kurd van daxwazan nakin û naxwazin?
Werhasilî kelam, ez zanim min serê we êşand. Lê tiştek heye. PSK şewk û tora xwe avêtiye behra kûr û bêbinî. Heger li ser navê Kurdan masîyekî jî bigre û ji wan daxwazên jorîn yekê bi tenê jî bidest bixe, bahwer bikin Kurd li karê ne û ne li xisarê ne û hûn sax.
Piçek wîjdan kaka…….