Polîtîk

WHO: Kurdistan serkeftî bû

Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (World Health Organization) WHO rêkarên Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî Korona bi wêrekane û azayane bi nav dike û radigihîne ku rêkarên Hikumeta Herêma Kurdistanê yên li dijî Korona wekî ewên Norwêcê bûn.

Li hevpeyvînekî taybet da li gel tora medyayî ya Rûdawê Dr Edhem Reşad Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî, ji bo wan rêkarên li dijî Korona li ber girtine spasî Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê û Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê rêjeyekî bêhempa li hejmara miriyan de heye ku tenê çar mirine ji giştiya 344 tûşbûyan ku dike % 1. Ev hejmar li asta cîhanê de jî nîne. Sedema wê serkeftinê jî bi dirustiya bi cîhkirina rêkarane û li ber girtina rêya raste.

Li pirsa Gelo niha rewşa Kurdistan û Iraq di derbarê Korona de çawaye? Nûnerê WHO got: Herêma Kurdistanê ji bo me û ji bo tendirustiya cîhanê gelek watedare, me hejmareke zêde nivîsîngeh li vir heye û dikarim bibêjim nivîsîngehên Tendirustiya Cîhanî li Kurdistanê da û renge hejmara karmendên me yan ew xelkê li gel me kar dikin piçek ji yên li Bexdayê hene zêdetir jî bê, eve jî ji aliyê me ve nîşaneya zêde girîngîdana vê Herêmê ye neku tenê ji ber Kurdistane, belku ji ber eweye ku hejmareke zêdeyê penaber û koçber li vir da heye ku li rastiyê da Herêmeke ku wan penaberan himbêz kiriye û pêşwaziyeke germ li wan kiriye û pêşwaziya wan jî nîşana camêrî û mîhvandostiya Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê jî berî derketina astengiyan bernameyeke mezin ji bo alîkarîkirina wan hebû.

Back to top button