Cîhan

WHO: Her hefte 1,700 kes ji vîrûsa Covid-19 dimirin

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) roja Pêncşemê got ku li seranserê cîhanê her hefte nêzî 1700 kes ji  vîrûsa Covid-19 dimirin û bang li kesên di xetereya enfeksiyonê de ne ku li dijî vîrusê derziyan li xwe bidin.

Her çiqasî nexweşiya vîrûsa Covîd-19 li seranserê cîhanê kêm bûbe jî, dixuye ku bi temamî xilas nebûye û li gelek deverên cîhanê bandore xwe didomîne.

Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus di derbarê xetera kêmbûna paraztina bi derziyan hişyarî da.

Di civîna çapemeniyê de, Ghebreyesus diyar kir ku her çend mirin berdewam bin jî, lê dane nîşan didin ku paraztina bi derziyan di nav xebatkarên tenduristiyê û mirovên ji 60 salî mezintir de, ku di nav komên xetereya enfeksiyonam zêde de ne, kêm dibe.

Ghebreyesus got: “Rêxistina Tenduristiya Cîhanê pêşniyar dike ku mirovên ku di komên xetereya herî zêde ya enfeksiyonê de ne vakslêdana (Covid-19) di nav 12 mehan de doza dawîn bistînin”.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê da zanîn ku ji ber Coronavîrusê zêdetirî 7 mîlyon kes mirine, lê tê texmînkirin ku hejmara rastîn a nexweşiyê pir zêdetir e.

Back to top button