WHO: Her êrîşa li ser tenduristîyê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye
Mike Ryan, Midûrê Rewşa Lezgîn a Cîhanê ya Rêxistina Tenduristîya Cîhanê (WHO) di derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Baptîst a El-Ehlî ya li Xezzeyê diyar kir ku her êrîşa li ser xizmetên tenduristîyê û xebatkaran binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.
Ryan piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Baptîst a el-Ehlî ya li Xezeyê civînek çapemenîyê li dar xist û got: “Êrîşa li nexweşxaneya li Xezzeyê sûcê şer e. Ev têgehek taybetî ye û ji hêla qanûnê ve hatiye destnîşankirin. Di vê rewşê de, her êrîşa li ser tenduristîyê û xebatkarên wê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Li ku derê dibe bila bibe”.
Ryan bal kişand ku divê tundî û êrîşên bombeyî rawestin û got: “Divê em alîkarîyê bigihînin gelê Xezzeyê û divê ev yek îşev niha jî çêbibe. Divê ev yek neyê taloqkirin”.
Rêveberê Herêma Rojhilatê Deryaya Spî ya WHO Ehmed El-Mandharî jî diyar kir ku WHO bi tundî vê êrîşê şermezar dike.