Civak

Wezîrê Tendirûstiya Kurdistanê: Rewşa Korona ji kontrolê derdikevê

Wezîrê Tendirûstiya Kurdistanê ragihand rewşa Korona ji kontrolê derdikevê û sedema wê jî eweye ku xelk ne pêgirê rêkarên tendirûstiyê ne bi taybetî li navenda bazaran da.

Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirûstiya Kurdistanê ragihand roj bi roj tûşbûyên Korona li Kurdistanê zêde dibe û dibêje: “Pêgirbûna bi rêkarên tendirûstiyê bi taybetî li nava navendên bazaran da gelek kême. Eve jî bûye sedema zêdebûna hejmara pêketiyan û wiha berdewam bê rewş ji kontrolê derdikevê”.

Wezîrê Tendirûstiya Kurdistanê eşkere kir niha li bajarê Hewlêrê tûşbûyeke Korona rewşa tendirûstiya necêgîre û got: “Girifta vê carê eweye beşeke ji nexweşan çavkaniyên tûşbûna wan nediyare. Her ji bo wê yekê me biryar daye hejmara pişkinînan rojane nêzîkî 2.000 bilind bikîn. Heta niha tûşbû zêdetir bê em jî li gor şiyana xwe pişkinînan zêde dikîn”.

Li dû heftiyên derbasbûyî de hejmara tûşbûyên Korona li Kurdistanê bi awayeke ber bi çav bilind bûye, bi cûreyek tenê li heft rojên derbasbûyî de nêzîkî 120 tûşbûyên nû yên Korona hatine tomarkirin ku dûyem zêdetirîn tûşbûne li vê hefteyê da hatibe tomarkirin.

Niha bi giştî tûşbûyên Korona li Kurdistanê gihîştiye 606 kesan ku 409 kes ji wan başbûne û şeş tûşbû jî canê xwe ji dest dane.

Back to top button