PolîtîkRojev

Wezîrê Pêşmerge mizgîniyê da xelkê Kurdistanê

Wezîrê Pêşmerge: Kurdistan dibê xwediyê hêzeke niştimanî

Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Kurdistanê ragihand di demeke nêzîk da Kurdistan dibê xwediyê hêzekî yekgirtiya niştimanî.

Îro sêşem 15ê Eylûl, Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Kurdistanê ragihand, Pêşmerge niha jî şer li dijî terorîstên Da’îş dike û bi hevkariya welatan serkeftinên mezin bi dest ve hatine.

Her wiha got ku Amerîka û hêzên Hevpeymanan roleke mezin û bi bandor li têkşikandina Da’îş de hebû, ji bo wê yekê wan hevkariyên hêzên Amerîka bilind dinirxînîn û “Çavên me li wê ye ku ew hevkarî berdewam bê”.

Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Kurdistanê dûpat kir ku Da’îş bi tevahî nehatiye têkşikandin û niha li çend navçeyek da xwe rêkdixin, lê belê Pêşmerge jî amadeye ji bo parastina axa Kurdistanê.

Di derbarê reform û çaksaziyên li nava Wezareta Pêşmerge de, Wezîr got: Hengavên baş yên reform û çaksaziyên li nava Wezareta Pêşmerge de hatine avêtin, lê belê pêwîste qonax bi qonax bê bi cîhkirin û niha li rêya heft lîjneyan ve kar li ser bi cîhkirina yasaya çaksaziyê dikin.

Wezîrê Pêşmerge behsa ewe jî kir ku di demeke nêzîk de hêzeke yekgirtiya Pêşmerge û hêzeke niştimanî tê pêkanîn ku li asta navdewletî de jî şanaziyê pêve bikîn.

Back to top button