Hevpeyvîn

Wezîrê pêşmerge: Ji bilî pêşmerge tu hêzên din li eniyên şer nînin

Wezîrê pêşmergeyê herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de eşkere dike ku, gelek welat çek, cebilxane û alîkariyên leşkerî ji bo herêma Kurdistanê dişînin, lê hikûmeta Bexdayê û şexsê Nurî Malikî serokwezîrê karbirêkerê Îraqê astenagiyan li pêşiya gehiştina wan alîkariyan dirust dike û gehiştina çek û cebilxane bo pêşmergeyê Kurdistanê texîr dibe.

Mistefa Seyîd Qadir wezîrê karûbarên pêşmergeyê Kurdistanê (ser bi lîsteya Tevgera Goran) di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Şeruqlawset dibêje: ”Her balefireke hevkarî û alîkariyên leşkerî weke çek û cebilxane ji bo herêma Kurdiustanê bîne, hikûmeta Bexdayê wê balefirê neçar dike ku, yekem car ew balefir li balefirgeha Bexdayê  bê pişknîn kirin û pişt re bo herêma Kurdistanê biçe. Ev pirosese jî gihiştina çek û alîkariyên leşkerî bo herêma Kurdistanê texîr dike.

Wezîrê pêşmerge di hevpeyvîna xwe de dibêje: ”Ji bilî hêzên pêşmerge û asayîşa herêma Kurdistanê tu hêzên di li eniyên şer nînin. Ji bilî kêmiya çek û cebilxane me tu pirdgirêk nînin. Me daxwaz ji tu welatan û aliyan nekiriye serbaz û leşkeran bo herêma Kurdistanê bişînin. Me hêzeke baş a pêşmerge heye û gelek xwebexiş hene amadene digel pêşmerge şerê dijî  DAÎŞ bikin.

Wezîrê karûbarên pêşmerge got ku, ji bilî hêzên asayîş, zêrevanî, dijeteror û polîs hijmara pêşmegeyê li enyên şerin nzîkî 150 hezar pêşmerge ye.

Back to top button