Wezîrê pêşmerge: Em dê çekî bikirin
Wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, nîyeta herêma Kurdistanê heye ji bo bihêzkirina pêşmerge çek ji hin welatan bikir e.
Di daxuyaniyekê de bo ajansa nûçeyan Andadolu, Mistefa Seyd Qadir wezîrê pêşmergeyê Kurdistanê got: ”Pêşmerge li hemû deveran hatine bi cî kirin û tixûbên Kurdistanê diparêz in, dema qewimîna bûyerên meha hizîrana borî, deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê emniyeta wan kete ber metirsiyê, ji ber hidê ji bo parastina xelkî, pêşmerge çû wan deveran û ew valahiya emnî hemû nehêla.”
Wezîrê pêşmerge got ku, grûpên çekdar ji bo ser emniyeta herêma Kurdistanê xeter in û heta niha çend carekan şer navbera pêşmerge û grûpên çekdar qewimiye û ”ev yek jî wê nîşan dide ku, ew grûpên çekdar ji b o ser aramiya herêma Kurdistanê metirsiye.”
Li dor kirîna çek û cebilxaneyê jî Qadir dibêje: ”Ji ber ku berê hikûmeta Îraqê di warê çek û cebilxaneyê de tu alîkarî nedabûn pêşmerge, niha ji bo hêzên pêşmerge çek û cebilxana lazim e û nîyeta me heye çek û cebilxane bikir in.”