CîhanRojev

Wezîrê Perwerde yê Îranê îstifa kir

Wezîrê Perwerde yê Îranê Yûsif Nûrî îstîfa kir. Îstîfaya Nûrî ji alîyê Serokkomarê Îranê Reîsî ve hat qebûlkirin.  Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îstîfaya Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Yûsif Nûrî qebûl kir. Li gor medya Îranê, Serokê Komara Îslamî yê Îranê Reza Murad Sahrayî wek cîgirê wezîr destnîşan kir.

Nûrî di Mijdara 2021an de ji 269 dengên ku di Meclîsa Şûra ya Îslamî ya Îranê de hatine bikaranîn 195 deng girtibû û û bûbû Wezîrê Perwerdeyê. Ji sala borî ve, bi hezaran keçên xwendekar li çend parêzgehan bi awayekî nepenî bi jehrî ketin û rakirin nexweşxaneyê. Hin komên radîkal yên li dijî perwerdehîya jinan rexne li hikûmetê girtin ku ji bo jehrîkirina jinan ti tedbîr negirtiye. Wezîrê Perwerdeyê Nûrî jî di nav wan navan de bû ku ji alîyê çalakvanan ve îstîfa wî dihat xwestin.

Ji aliyê din, piştî mirina jina Kurd Mahsa Emînî, di Îlona sala borî de bi hinceta ku ji alîyê “polîsên exlaqî” ve rêgezên ferzkirina çargoşeyê binpê kiriye, rêveberiya Îranê rastî nerazîbûnên herî mezin hat. Xwepêşandanên girseyî li seranserê welêt ji hêla hêzên hikûmetê ve bi tundî hatin tepisandin û bi sedan çalakvan hatin kuştin. Tevî ku nerazîbûnên girseyî kêm bûne jî, gelek kes bi rakirina çarşefên xwe yên li ber raya giştî, protestokirina ferzkirina çarçefê didomînin.

Back to top button