PolîtîkRojev

Wezîrê derve yê Yunanistanê serdana Hewlêr dike

Piştî hevdîtina li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, Wezîrê Derve yê Yunanê, Nikos Dendias îro Çarşemê 14ê Cotmeha 2020an serdana Herêma Kurdistanê jî dike û li Hewlêra paytext li gel berpirsên Herêma Kurdistanê dicive.

Her di vê serdana xwe de, Wezîrê Derve yê Yunanê dê konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê veke.

Wezîrê Derve yê Yunanê îro serdana Iraqê kir û li Bexdayê li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiya û piştî civînê herdu aliyan konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.

Di vê konferansa rojnamevanî de herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên du alî yên navbera Yunan û Iraqê kirin û Nikos Dendias, Wezîrê Derve yê Yunanê ragihand, Yunan dixwaze hevkariyên xwe bi Iraqê di warê enerjiyê de pêş bixe û dê rêjeyeke zêde ji petrola Iraqê bikire.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî tekezî li ser giringiya pêgeha Yunanê kir û got, Yunanê roleke giring di hevpeymaniya NATO de heye.

Back to top button