Wezîrê Derve yê Tirkiyê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir.
Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî li gel Mesrûr Barzanî encam da û pîrozbahiyên xwe bi boneya avabûna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.
Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bawerî ji Parlamentoya Kurdistanê wergirt. Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî bi 88 dengan weke Serokwezîr û Qubad Talebanî jî bi 73 dengan weke Cîgirê Serokwezîr hatin hilbijartin.
Mesrûr Barzanî piştî mitmane û sondxwarina yasayî, gotarek pêşkêş kir û karnameya xwe û kabîneya xwe weke Serokwezîrê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Me plan û armancên xwe di çarçoveya bernanmeyeke kar de rêkxistine ji bo xizmeta welatiyan, ku dê bibe nexşerêyeke giştî û sereke ji bo me di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.”