Cîhan
Wezîrê Derve yê Amerîka soz da Barzanî
Rex Tillerson Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Amerîka destxweşiyê li hêzên Pêşmerge û serkeftinên wan yên li şerê dijî terorîstan kir û pêzanînên xwe jî ji bo hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstan da hebû. Her wiha soza berdewamiya welatê xwe ya li peywendiyan û piştgîriya hêzên Pêşmerge de dûpat kir.Li beranber da Serok Barzanî spasî helwest û piştgîriyên Amerîka kir û her wiha ji bo destbikarbûna wî pîrozbahiyê jî li Wezîrê Derveyê Amerîka kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.