CîhanRojev

Wezirê Darayî yê Tirkiye dev ji karê xwe berda

Wezîrê darayî Berat Albayrak di hesabê xwe yê Twitterê de da xûyakirin ku, ew ji bo sedemen tenduristî ji wezereta Darayî îstifa dike.

Piştî vê daxûyaniyê bê dengiyek ji aliyê hukumetê ve çêbû. Albayrak zavayê Erdogan e û ji bo vê jî girîngiyeka wî taybetî heye. Yanî her wezir yan jî berpirsên AKPê nikarin di derbarê wî de bi hesanî biaxivin. Gotina dawî ya Erdogan e.

Tê zanîn ji berî niha wezîrê navxwe Suleyman Soylu jî di medya civakî de îstifa xwe ragihandibû. Lê Erdogan ew yek nepejirand Soylu cardin karê xwe berdewam kir.

Çavderên siyasî dibêjin ku, Erdogan bê agahdariya Albayrak di şevekî de serokê  banka merkezî guhertîbû. Hinek çavderê siyasî vê weke sedemekî didin nîşandan.

Back to top button