Polîtîk

Wezîrê bazirganiya Tirkiye serdana Kurdistanê dike

– Biryare wezîrê bazirganîya Turkiye Zefer Çaglayan di evê mehê de, serdana herêma Kurdistanê bike…

Di vê derbarê de, wezîrê bazirganîya hukûmeta herêma Kurdistanê Sînan Çelebî di daxuyanîyekê de ragihand, ku dê di roja 19-ê vê mehê de wezîrê bazirganîya Turkiye Zefer Caglayan û hejmarek xwedan kar, veberhemhêner û bazirganên Turkiye, serdana herêma Kurdistanê bikin.
 
Wezîrê bazirganîya hukûmeta herêmê weha jî da zanîn, ku dê di vê serdanê de hejmarek rêkevtinên bazirganî bihên muhrkirin.
 
Sînan Çelebî weha jî da xuyakirin, ku çendîn projeyên hevbeş di navbera Turkiye û Iraqê de hene, ku beşek ji wan di bin lêkolînan de ne û hîna nehatine muhrkirin û hinek ji wan jî girêdayî hukûmeta herêma Kurdistanê, hukûmeta Iraqê û hukûmeta Turkiye ne.
 
Sînan Çelebî weha jî got, ku yek ji van projeyên han damezrandina devereka pîşesazî û bazirganîya azad e li ser sînorê navbera herdu alîyan, ev projeya han jî di bin lêkolînan de ye û hîna biryar li ser ewê yekê nehatîye dayn ku ev proje projeyeka hevbeş be yan jî na.

Back to top button