PolîtîkRojev

  Wezîra derve ya Swêdê: Em teslîmî Erdogan nebûne

  wezîra derve ya Swêdê: Em teslîmî Erdogan nebûne

Ann Linde wezîra derve ya Swêdê di hevpeyivîneka xwe da, dgel rojinameya swêdî Aftonbiladet, dibêje ku ew teslîmî Tirkiyê nebûne û kesên bi belge bi terorê nahatibine îspat kirin em teslîmî Tirkiyê nakin “Em kesên ku bi belge bi terorê nehatibine tawnabar kirin  dersînor nakin”.

Di bersva prseka rojinameyê da ku Swêd xwe teslîmî Tirkîyê kir û ka danustandin  bi Erdogan ra zehemet bûn, Ann Lîde dbêje: ” Ez dxwazim bêjm ku danustandinên me avaker bûn. aliyê Tirkîyê guhdariya me kir û  belgenameyên me dîtin.  Me jî guhdariya wan kir û belgenameyên wan dîtin. Hindek tişitên wan hebûn me nekarî qebûl bikin û hindek tşitên me hebûn wan jî nekarî qebûl bikin. Danustandin dan û standine û em gşitin lihevtêghişitinê.”

Wezîra derve ya Swêdê dibêje ku, pişitî şerê Rûsiya û Ukrayinayê, me siyaseta xwe ya ewlehiyê nirxand û em gehişitin wê bawerêyê ku  siyaseta me ya di warê eminyetê da têra nake û lawaze, pşitî êrîşên Rûsiyayê pêwîstiya me bi garantî û ewlehiya endametiya Natoyê heye.  Dema ku me ev nirxandin kir êdî pêwîst bu ku em rabigehînin ku em dixwazn bikevin di baskê Natoyê da û me daxwaza endametiyê kr. Helbet ez da gelek keyfxweşitir bim eger Tirkiyê tu şert li pêşiya emdambûwîyina me nedanaban, lê wan şertên xwe berçav kirin  û mejî şertên Tirkiyê bi giringî wergirtin. 

Rêkeftina digel Tirkiyê bendek jê behsa teslêmkiran wan kesan dike yên ku Tirkiyê wan weke terorîst bi nav dike?‌ 

Em kesê teslîmî Tirkiyê nakin eger belgenameyên pşitirastkirina çalakiyên terorîstî ber dest nebin. Bila kes xwe netirsîne û xemgîn nebe.  û tu hêcet û sebeb nînin ku kurd bawer bikin ku mafên wan yên mirovî û mafên wan yên demokratîk dê bihên kêmkirin û  tixûbidar kirin. 

Ma hûn ne di wê bawriyê da ne ku Swêd û tirkiyê derbarê ka kî terorste xwedî nêrînên cudane?

Me bawerya xwe neguhartiye. Me PKK weke terorîst bi nav kriye. dDerbarê PYD, YPG û yên ku tirkiyê jê ra dibêje Feto (tevgera Gulen) dê bi vê awayî be, em alîkariya wan nakin eger ew alîkariya me  ya ji bo wan bibe gef li ser ewlehiya  Tirkiyê wek çek, drav ….htd. em îro jî wsa nakin, niha bi zelalî di rêkeftinê da hatiye çapkirin. 

Hûn dikarin bi PYD ra hevkariyê bikin?

Tişitê me di rêkeftinê da nvîsî ewe ku em soz didin ku pişitgriya nedin PYD, YPG û Feto. em bi tu awayî wan wek terorîst nabînin, hertşitê di peymanê da hatî nivîsîn divê Swêd pê pabend be.

Ann Linde dibêje ku niha pirsgrêkên biTtirkiyê ra hatine çareser kirin, lê dibe ku pirsgrêkîn nû derkevin pêş me. Eger Tirkiyê tu astengan dernexe pêşiya me di nava salekê da em dibin endamê Natoyê.

Back to top button