CîhanRojev

Wezîra Derve ya Swêdê: Divê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re got ku êdî ji Sûriyê derkevin û em we hişyar dikin. Li ser vê yekê Mevlut Çavuşoglu hêrs bû û got: “We ew hêz ji kê standiya heta ku Tirkiyê hişyar bikin.”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde îro 13ê Cotmeha 2020an serdana Enqere kir û ligel Wezîrê Derveyê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya û hişyarî da  Çavuşoglu û ji Tirkiyê daxwaz kir ku ji Azerbaycan û Sûriyê vekişe û binpêkirina mafên welatiyên Kurd rawestîne.

Piştî hevdîtinê di dema civîna rojnamevanî ya hevbeş de navbera Ann Linde û Mevlut Çavuşoglu şerê bi gotinan derket.

Ann Linde ji Tirkiyê daxwaz kir ku hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û ew welat bi dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên tohmetbar kir.

Ann Linde ji Çavuşoglu re got: “Em li wê yekê mikûr têne ku Tirkiyê rûbirûyî çend astengiyan dibe li welatên derdora wê. Di heman demê de, ez bi zelalî behsa helwêsta me li bakurê rojhilatê Sûriyê dikim ku heya niha helwêsta bihêz a Yekîtiya Ewropayê weke xwe maye, em daxwaz ji Tirkiyê dikin ku ji wê navçeyê vekişe.”

Ev yek li zora Çavuşolu çû, hêrs bû, berê xwe da Linde û got “hûn bi çi heqî ji me dixwazin em ji Sûriyê derkevin! We destûr ji kê standiye hûn ji me bixwazin em ji Sûriyê derkevin, em naxwazin Sûriyê perçe bikkin, hûn Sûriyê perçe dikin, hûn alîkariya YPG û PKK dikin.”

Çavuşoglu herwiha got, ew piştgiriya Kurdan dikin li Sûriyê û wan û terorîstan ji hev vediqetînin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê gefa wê yekê jî xwar ku eger Tirkiye hêzên xwe ji Idlibê vekişîne, zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyê dê berê xwe bidin welatên Ewropayê.

Çavuşoglu wiha axivî: “Hinek derbirrîn hebûn ku hevtaya min Ann Linde di daxuyaniya xwe de bikar anîn û ez dixwazim li ser rawestim. Bo nimûne divê Tirkiyê ji Sûriyê vekişe. Ku tê wateya em hişyariyê didin Tirkiyê ku ji Sûriyê vekişe. Bikaranîna gotina divê di diblomasiyê de, bo kesekî bin xwe re bikar tîne, ev ne gotina guncaw e, ev gotin şaş e. Tu dikare bêje, em daxwaz dikin. Ev erê ye. Ez dixwazim bipirsim, bi çi desthilatekê hûn dibêjin, divê Tirkiyê ji Sûriyê vekişe yan jî hişyariyê didin Tirkiyê.”

Back to top button