Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, bersiva Wezîrê Berevaniya Tirkiyê da û tekez kir, “înkarkirina navê Kurdistanê, cihê matmayîna me ye.”
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, berî çend rojan di daxuyaniyekê de gotîbû ku,ne li nava sînorên Tirkiyê û ne jî li derveyî Tirkiyê cihek bi navê Kurdistanê tune ye.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro, li ser van gotinên Hulusî Akar daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe da xûyakirin.
Wezareta Pêşmerge di daxûyaniya xwe de dibêje: Gotinên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ên înkarkirina Kurdistanê cihê matmayîna me ye. Ji bo me cihê pirsyarê ye, kesekî di pêgeheke fermî ya dewletê de rê bi xwe bide înkara rastiyeke dîrokî, demografî û cografî bike ku di rastiyê de wî bi xwe jî bawerî pê nîne. Wî birêzî bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Gelo ji me re nabêje, ew herêma serdana wê kiriye ku der e û navê wê çi ye? Eger ev birêz gumana wî ji hebûna cografî ya Kurdistanê hebe, bila li belgename û dîroka Osmaniyan binêre, wê demê dê bibîne ka Kurdistan heye an nîne!”
Wezareta Pêşmerge di dawiya daxuyaniyê de dibêje ku, “Hişmendiya înkarkirina miletekê û cografyayê wî, her tim çavkaniya pirsgirêk û girîftan bûye û nagihije ti encamekê.”